Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Me nîşan da ku ji mizakereyan encamên berbiçav derdikevin"

Ekip  | 30.05.2025 - Rojanekırın : 31.05.2025
Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Me nîşan da ku ji mizakereyan encamên berbiçav derdikevin"

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan ji bo mizakereyên Rûsya û Ukraynayê yên li Stenbolê got, "Me nîşan da ku ji mizakereyan encamên berbiçav derdikevin. Em dixwazin helwesta li Stenbolê bidome."

Fîdan di çarçoveya serdana xwe ya li Ukraynayê da bi Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Andriy Sîbîha ra civiya û di pey ra di daxuyaniya çepemeniyê ya muşterek da axivî.

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan der barê şerê Rûsya û Ukraynayê da wiha got, "Yan em ê bihêlin ku ev şer bidome yan jî em ê di nava îsal da aştiyeke mayînde çêkin."

Fîdan der barê mizakereyên Rûsya û Ukraynayê yên li Stenbolê da wiha axivî, "Me nîşan da ku ji mizakereyan encamên berbiçav derdikevin. Em dixwazin helwesta li Stenbolê bidome."

Wezîrê Karên Derva Fîdan di berdewamiyê da got, "Em dixwazin bi mazûvaniya birêz Erdogan; Trump, Putîn û Zelenskiy di hevdîtinên li Stenbolê da bên bal hev."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın