Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan: Me her fersendê da ji hevtayên xwe ra ragihand ku em dijî midaxeleya eskerî ya dijî Îranê ne

Wezîrê Karên Derva Fîdan got ku "Di serî da Birêz Serokomarê me me di her fersendê da ji hevtayên xwe ra ragihandiye ku em li dijî midaxeleya eskerî ya li dijî Îranê ne."

Salih Bilici  | 30.01.2026 - Rojanekırın : 01.02.2026
Wezîrê Karên Derva Fîdan: Me her fersendê da ji hevtayên xwe ra ragihand ku em dijî midaxeleya eskerî ya dijî Îranê ne

Istanbul

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got ku "Di serî da Birêz Serokomarê me me di her fersendê da ji hevtayên xwe ra ragihandiye ku em li dijî midaxeleya eskerî ya li dijî Îranê ne."

Wezîrê Karên Derva Fîdan piştî ku bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî ra li Stenbolê hevdîtin kir di civîna çapemeniyê ya hevpar da axivî.

Fîdan got ku geşedanên li Îranê diqewimin ji nêz va dişopîne û wiha axivî:

"Ez dixwazim dubare bikim ku em ji ber mirinên li Îranê di protestoyan da gelekî xemgîn in û sersaxiyê didin gelê Îranê. Kêfxweşiyê dide ku bûyer bi gelemperî hedirîne. Em hêvî dikin ku sikûnet mayînde be. Em hêvî dikin ku pirsgirêkên navxweyî yên Îranê ji aliyê gelê Îranê va bêyî destwerdana derva bi awayekî aştiyane bên çareserkirin."

Fîdan got ku "Di serî da Birêz Serokomarê me, me di her fersendê da ji hevtayên xwe ra ragihandiye ku em li dijî midaxeleya eskerî ya li dijî Îranê ne."

Fîdan bi bîr xist ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro bi Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ra bi têlefonê axivî û ev gotin:

"Em ji vir dubare dikin. Em dijî wê yekê ne ku ji bo çareseriya pirsgirêkê serî li vebijêrkên eskerî bidin. Bi ya me dê ev zehf kêr neyê. Em mizakere û dîplomasiyê diparêzin. Tiştên li Sûriye, Iraq, Efxanistan û Xezeyê qewimîn hê jî di bîra me da ne. Di demeke hewl didin ku birînên paşerojê bicebirînin da li herêma me vekirina birîneke nû dê kêrî tu kesî neyê."

- Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî: Amerîkayê di mizakereyan du tu niyeteke baş nîşan neda

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî jî di serê axaftina xwe da ji ber mêvanperweriya wî spasiya Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan kir û da zanîn ku bi hemtayê xwe yê Tirk ra der barê mijarên dualî, herêmî û navneteweyî da hevdîtinên baş kirin.

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî got ku "Tu pirsgirêka Îranê ji bp mizakereyan (Bi Amerîka/Rojava ra) tune, dixwaze mizakereyê bike. Lêbelê bi tehdîdan mizakere dest pê nakin."

Eraqçî li ser bangewaziyên mizakereyê yên Donald Trumpê Serokê Amerîkayê jî got ku "Amerîkayê di mizakereyan du tu niyeteke baş nîşan neda lêbelê digel vê Îran di gel pêvajoya mizakereyê ya bi mantiq û edalet e. Heke li ser bingeha berjewendiyên dualî, siyanet û pêbaweriyê da be Îran ji bo mizakereyan amade ye. Îran biryardar e ku ewlehî û îstiqrara xwe û herêmê biparêze û dê hember pêkûtiyên derva serî netewîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.