Wezîrê Karên Derva Fîdan li Dohayê bi hemtayê xwe yê Qeterî Al Sanî ra civiya

Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, li Qeterê bi Wezîrê Karên Derva û Serokwezîrê Qeterê Muhammed bîn Abdurrahman Al Sanî ra civiya.
Li gor agahiya li ser hesabê NSosyalê yê Wezareta Karên Derva Fîdan di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derva ya Hevpar ya Derasayî ya Yekîtiya Teşkîlata Hevkariya Îslam û Ereb ya li Dohayê hat lidarxistin da, bi Al Sanî ra hat bal hev.
Fîdan duh jî di çarçoveya civînê da bi Al Sanî ra civiya.