Wezîrê Karên Derva Fîdan li Brukselê beşdarî civîna Wezîrên Karên Derva yên NATOyê dibe
Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan ewê li baregaha NATOyê ya li Bruksela paytexta Belcîkayê beşdarî civîna Wezîrên Karên Derva yên NATOyê bibe.
Li gorî agahiya ku ji Wezareta Karên Derva hat sitandin, dê Wezîr Fîdan bi boneya civînê digel Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, Nûnera Bilind a Karên Derva û Siyaseta Ewlehiyê ya YEyê û Alîkara Serokê Komîsyona Ewropayê Kaja Kallas, Endamê Komîsyona Berfirehkirinê ya YEyê Marta Kos û Wezîra Karên Derva ya Keyaniya Yekbûyî Yvette Cooper, Wezîrê Karên Derva yê Îspanyayê Jose Manuel Albares û hinek hevtayên xwe yên din, hevdîtinên dualî li dar bixe.
Civîna ku dê li Baregeha NATOyê were lidarxistin, dê derfetek ji bo danûstandina yekem a nêrînan di navbera Wezîrên Karên Derva da li ser nirxandina encamên Lûtkeya Laheyê ya di meha Hezîranê da pêk hat û amadekariyên Lûtkeya NATOyê ya ku dê ji hêla Tirkiyeyê ve di 7-8ê Tîrmeha 2026an da li Enqereyê were lidarxistin, çêbe.
Civîna Wezîrên Karên Derva yên NATOyê dê ji du rûniştinan pêk were.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
