Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Heta îro 170 welatiyên me û eqrebayên wan ji Xezeyê hatin derxistin"
TBMM
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got: "Heta îro 170 welatiyên me û eqrebayên wan ji Xezeyê hatin derxistin."
Fîdan di civîna Komîsyona Plan û Budçeyê ya TBMMyê ya Wezareta Karên Derva û saziyên pê ra eleqedar ya ji bo budçeya sala 2024an hat kirin da axivî.
Fîdan got Wezareta Karên Derva di sala 2023yan da ji bo aştî û ewlehiya herêmê xebitî û wan hewl da ku refah û armancên kurewî pêşva herin.
Wezîr Fîdan anî ziman ku pevçûn, terorîzm, koçberî, dijminatiya biyaniyan û Îslamê her çiqas hebe jî ew hewl didin bi dîplomasiyeke xurt va dijî van têkoşînê bidin.
Fîdan behsa şerê li Xezeyê û êrîşên Îsraîlê jî kir û wiha axivî: "Ji ber wehşeta Îsraîlê gelê Filistînê trajediyeke mirovahiyê dijî. Li ser navê tunekirina Hemasê Xeze bi tevahî hedef tê girtin, nexweşxane, dibistan û mizgeft tên bombebarankirin ku em nikarin dijî vê yekê bêdeng bimînin. Ji bo ku ev qetlîam raweste û rageşiya li herêmê zêde nebe Tirkiye ji roja ewil pê va dîplomasiyeke xurt dimeşîne."
Wezîr Fîdan behsa welatiyên Tirk yên ku ji Xezeyê hatine texliyekirin jî kir û wiha pê da çû: "27 nexweş û 12 kesên refaqata wan dikin ji Xezeyê hatin derxistin û ew hatin Enqereyê. 61 nexweş û 49 refaqatvanên wan jî duh êvarê gihîştin Misirê. Heta îro 170 welatiyên me û eqrebayên wan ji Xezeyê hatin derxistin. Îro û rojên li pêş me texliyekirin wê dewam bikin."
