Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan: Ez bawer dikim ku em ê di demeke nêzîk da rêyekê bibînin ku vê astengiyê ji holê rakin

Büşranur Keskinkılıç  | 07.12.2025 - Rojanekırın : 08.12.2025
Wezîrê Karên Derva Fîdan: Ez bawer dikim ku em ê di demeke nêzîk da rêyekê bibînin ku vê astengiyê ji holê rakin Büşranur Keskinkılıç

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan diyar kir ku li ser mijara mueyîdeyên CAATSAyê yên ku Amerîka li dijî Tirkiyeyê dike, her du welat dixebitin û wiha got: "Ez bawer dikim ku em ê di demeke nêzîk da rêyekê bibînin ku vê astengiyê ji holê rakin."

Wezîr Fîdan di 23yemîn Foruma Dohayê ya ku li Dohaya paytextê Qeterê hat lidarxistin da pirsên Reutersê bersivandin.

Fîdan daxuyand PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku li Sûriyeyê navê HSDyê bi kar tîne, divê fêm bike ku fermandarî û kontrol ji yek çavkaniyê tên û wiha axivî: "Li tu welatekî du artêş tune ne. Ji ber vê yekê, divê tenê yek artêşek, tenê yek sazûmaniyeke fermandariyê hebe. Lê, ew dikarin di rêveberiya herêmî da lihevkirineke cûda û têgihîştinên cûda pêk bînin."

Wezîr Fîdan got hikûmeta Sûriyeyê gavên ber bi yekîtiya neteweyî va diavêje, lê polîtîkayên Îsraîlê yên ji bo bêîstîqrarkirinê astengiya sereke ne.

Fîdan der barê dawîanîna Şerê Rûsya-Ukraynayê da daxuyand plana Amerîkayê ya ku ji 28 xalan pêk tê û dixwaze şer dawî bibe tenê "xala destpêkê" ye û niha ber bi şêweyeke nû va diçe.

Wezîr Fîdan anî ziman ku rayedarên Amerîkî der barê navbeynkariyê da "li ser rêya rast" in û wiha got: "Ez hêvî dikim ku kes ji maseyê ranebe û Amerîkî jî xeyalşikestî nebin. Lewra carinan navbeynkar dema ji her du aliyan têra xwe hewldanê nebînin, dikarin xeyalşikestî bibin."

Fîdan der barê mueyîdeyên CAATSAyê yên ku Amerîka li dijî Tirkiyeyê dike da jî destnîlan kir ku her du welêt li ser vê dixebitin û wiha got: "Ez bawer dikim ku em ê di demeke nêzîk da rêyekê bibînin ku vê astengiyê ji holê rakin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.