Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan dê sibê bi Wezîrê Parastina Neteweyî û Serokê MÎTê ra biçe Bexdayê

Tuğba Altun  | 13.03.2024 - Rojanekırın : 14.03.2024
Wezîrê Karên Derva Fîdan dê sibê bi Wezîrê Parastina Neteweyî û Serokê MÎTê ra biçe Bexdayê

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan dê sibê bi Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin ra ji bo ku hevdîtinên der barê ewlehiyê da bike Bexdayê ziyaret bike.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva Fîdan ji bo ku beşdarî civîna ku dê bi mazûvantiya Fuad Huseyînê Wezîrê Karên Derva yê Iraqê da wekî berdewama civîna ku di navbera Tirkiye û Iraqê da li ser ewlehiyê hatin kirin bibe dê biçe Bexdayê.

Di heyeta ku dê sibê biçe Iraqê da digel Fîdan dê Wezîrê Parastina Neteweyî Guler, Serokê MÎTê Kalin û Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Munîr Karaloglu cî bigirin.

Tê payîn ku di civînê da di serî da mijarên ewlehî û hevkariya eskerî mijarên muxtelîf ên di rojevê da bi berfirehî bên guftûgokirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.