Wezîrê Karên Derva Fîdan dê beşdarî Civîna Nefermî ya Konseya Wezîrên Karên Derva ya TDTyê bibe
Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan dê li Budapeşteya paytextê Macaristanê di Zîrweya Nefermî ya Teşkîlata Dewletên Tirk (TDT) da hevaltiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bike û dê beşdarî Civîna Nefermî ya Konseya Wezîrên Karên Derva ya TDTyê bibe.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat wergirtin, Fîdan îro û sibê dê li Macaristanê be da ku di Zîrweya Nefermî ya TDTyê da hevaltiya Serokomar Erdogan bike û her wiha beşdarî Civîna Nefermî ya Konseya Wezîrên Karên Derva ya TDTyê bibe û li wir dê axaftinekê bike.
Wezîr Fîdan herî dawî di 6ê Mijdara 2024an da beşdarî Civîna Konseya Wezîrên Karên Derva ya berî Zîrweya TDTyê ya Bîşkekê bûbû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
