Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan di civîna ewil a Lijneya Aştiyê ya Xezeyê da axivî

- "Piştî êşên du salan dewam kirin da bi saya hewldanên şexsî yên Serokê Amerîkayê (Donald) Trump û hewldanên me yên hevpar li Xezeyê agirbest hat pêkanîn. Lêbelê rewşa însanî hê jî hesas e û îxlalûn agirbestê dewam dikin"

Büşranur Keskinkılıç, Mücahit Oktay  | 19.02.2026 - Rojanekırın : 20.02.2026
Wezîrê Karên Derva Fîdan di civîna ewil a Lijneya Aştiyê ya Xezeyê da axivî

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got ku "Piştî êşên du salan dewam kirin da bi saya hewldanên şexsî yên Serokê Amerîkayê (Donald) Trump û hewldanên me yên hevpar li Xezeyê agirbest hat pêkanîn. Lêbelê rewşa însanî hê jî hesas e û îxlalûn agirbestê dewam dikin."

Wezîr Fîdan di civîna ewil a Lijneya Aştiyê ya Xezeyê ya ku bi serokatiya Serokê Amerîkayê Trump li Washîngtonê civiya da axivî.

Fîdan behsa êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê kir û got ku "Piştî êşên du salan dewam kirin da bi saya hewldanên şexsî yên Serokê Amerîkayê (Donald) Trump û hewldanên me yên hevpar li Xezeyê agirbest hat pêkanîn. Lêbelê rewşa însanî hê jî hesas e û îxlalûn agirbestê dewam dikin."

Fîdan destnîşan kir ku li herêmê midaxeleyeke bi lez, kordîne û çalak şert e û ev gotin:

"Serokomar (Recep Tayyîp) Erdogan biryardariya xwe ya tam a di mijara ewlehî, îstiqrar û başbûna Xezeyê da didomîne. Tirkiye halêhazir li Xezeyê alîkariyên însanî yên mezin dike. Em dikarin ku piştgiriyên watedar bidin ji nû va vesazkirina sektorên perwerde û tenduristiyê û perwerdeya hêza polêsan. Her wiha amade ne ku ji Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî ra jî eskeran bişînin. Birêz Serok Tirkiye dê piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên we yên ji bo pêkanîn û mayîndekirina aştiyê bidomîne. Em wisa bawer dikin ku xîmê vê aştiyê çareseriya dudewletî ye. Em ji bo berjewendiya hemû gelên li herêmê û gihaştina vê armancê bixebitin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.