Wezîrê Karên derva Fîdan bi Wezîrê Karên Derva Îbrahîmovîc ra li Stenbolê hevdîtin kir
Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Alîkarê Serokwezîrê Qeredaxê û Wezîrê Karên Derva Ervîn Îbrahîmovîc ra li Stenbolê hevdîtin kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan Fîdan û Îbrahîmovîc li Stenbolê hevdîtin kirin.
Fîdan di hevdîtinê da diyar kir ku Tirkiye biryardar e ku dostanî û hevkariya di navbera herdu welatan da kûrtir bikin û got ji bo ku ewlehiya welatiyên Tirk ên li Qeredaxê û êrîşên mafên wan hedef digirin neyên dubarekirin li bendê ne ku her cure tevdîr bên hildan.
Di çapemeniya Qeredaxê da îdiayên dibêjin ku li bajarê Podgorîtsayê êrîşeke bi kêrê ya ku welatiyên Tirk tevî bûne çêbûye û paşê Serokwezîrê Qeredaxê Mîlojko Spajîc di daxuyaniya xwe ya ji ser platforma çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya navenda wê Amerîka ye da diyar kiribû ku sepana seyahata bêvîze ya ji bo welatiyên Tirk berwext hat rawestandin.
Fîdan di 27ê cotmehê da bi Serokwezîrê Qeredaxê Mîlojko Spajîc û Îbrahîmovîc ra bi têlefonê axivîbû û dabû zanîn ku li Qeredaxê ji bo parastina ewlehî û mafên welatiyên Tirk divê tevdîrên hewce bên hildan.
Li Qeredaxê Mehkemeya Bilind a Podgorîtsayê dabû zanîn kueleqeya 2 kesên ku ji ber "îdiayên li paytext podgorîtsayê êrîşa bi kêrê ya welatiyên Tirk tevî bûne" hatibûn girtin bi bûyerê ra tune û serbest hatine berdan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
