Wezîrê Karên Derva Fîdan bi Wezîrê Derva yê Amerîkayê Rubîo ra bi têlefonê axivî

Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubîo ra bi têlefonê axivî.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hatin wergirtin, di axaftina bi têlefonê ya Fîdan û Rubîo da, mijarên li ser berdewamiya agirbesta li Xezeyê û gavên ji bo alîkariyên mirovî bênavber ji bo herêmê bên avêtin, hatin gotûbêjkirin.
Di axaftinê da mijarên girêdayî cîbicîkirina Daxuyaniya Niyetê (Beyannameya Armancê) ya ku li bajarê Şarm el-Şêxê ya Misrê hatibû îmzekirin, hatin nirxandin.
Her wiha di axaftinê da der barê geşedanên li Sûriyeyê da, mijarên têkildarî danûsitandinên li ser bernameya nukleerî ya Îranê û rewşa şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da jî hatin gotûbêjkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.