Wezîrê Karên Derva Fîdan bi hemtayê xwe yê Îranî Eraqçî ra bi telefonê axivî
Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan di axaftina bi telefonê ya bi Wezîrê Karên Derva yê Îranî Ebas Eraqçî ra diyar kir ku binpêkirina qada hewayî ya Tirkiyeyê nayê qebûlkirin, Tirkiye wê li hemberî vê yekê hemû tevdîrên xwe bidomîne.
Li gorî daxuyaniya çavkaniyên Wezareta Karên Derva, Wezîr Fîdan bi hemtayê xwe yê Îranî ra bi telefonê axivî.
Di axaftinê da Fîdan destnîşan kir ku binpêkirina qada hewayî ya Tirkiyeyê nayê qebûlkirin, Tirkiye wê li hemberî vê yekê hemû tevdîrên xwe bidomîne.
Wezîr Fîdan anî ziman ku divê hemû alî gavên ku zirarê bide ewlehiya herêmê û ji bo sivîlan bibe talûke dûr bisekinin.
Wezîr Eraqçî jî got moşekên li dijî qada hewayî ya Tirkiyeyê hatine avêtin ne ji Îranê ne, der barê mijarê da lêkolîneke berfireh wê bê kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
