Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan bi hemtayê xwe yê Yûnan Yerapetrîtîs ra li Londonê hevdîtin kir

Büşranur Koca  | 28.04.2024 - Rojanekırın : 30.04.2024
Wezîrê Karên Derva Fîdan bi hemtayê xwe yê Yûnan Yerapetrîtîs ra li Londonê hevdîtin kir

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Yûnanistanê Yorgos Yerapetrîtîs ra li Londona paytextê Îngiltereyê hat bal hev.

Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî ji ser platforma çapemeniya civakî Xê der barê hevdîtina Fîdan û Yerapetrîtîs da parvekirin kir.

Di parvekirinê da ev hatin gotin:

"Di çarçoveya amadehiyên ziyareta Enqereyê ya Birêz Serokwezîrê Yûnanistanê (Kîryakos Mîçotakîs) ê heyama pêş me da Wezîrên Karên Derva yên Tirkiye û Yûnanistanê îro li Londonê civînek kirin. Di hevdîtinê da digel têkiliyên dualî mijarên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.