Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan beşdarî 32emîn Civîna Konseya Wezîran a AGÎTê bû

Can Efesoy  | 04.12.2025 - Rojanekırın : 05.12.2025
Wezîrê Karên Derva Fîdan beşdarî 32emîn Civîna Konseya Wezîran a AGÎTê bû

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan li Viyanaya paytextê Awisturyayê beşdarî 32emîn Civîna Konseya Wezîran a Teşkîlata Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (AGÎT) bû û li wir axivî.

Li gorî peyama ku li ser hesabê NSosyalê ya Wezaretê hat parvekirin, Fîdan li Viyanayê ji beşdarên Civîna Konseya Wezîran a 32emîn a AGÎTê ra axivî.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hatin wergirtin, Fîdan di çarçoveya civînê da bi Wezîra Karên Derva ya Awisturyayê Beate Meînl-Reîsînger ra hat bal hev.

Di civînê da rewşa dawîn a mizakereyên armanca wan ew e ku Şerê Rûsya-Ukraynayê dawî bibe, hate nirxandin.

Di civînê da têkiliyên di navbera Yekîtiya Ewropayê (YE) û Tirkiyeyê da jî hatin axaftin.

Fîdan bal kişand ser mijara endametiya Tirkiyeyê ya ji bo YEyê ku ew armanceke stratejîk e û got ew li bendê ne ku rêyên mizakereyê bên vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.