Wezîrê Karên Derva Fidan: "(Li Sûriyeyê) Dem dema yekîtiya neteweyî ye"
Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan got, "(Li Sûriyeyê) Dem dema yekîtiya neteweyî ye. HSD divê ya dikeve ser milan, bike. Lêbelê şûna wê, bi kordînasyona bi Îsraîlê ra bi awayê ku bibe amûrê polîtîkaya Îsraîlê ya li herêma me ya 'parçe bike, ji hev biqetîne û bi rê va bibe' û ev jî ne tesaduf e."
Wezîr Fidan li Wezaretê di civîna çapemeniyê ya hevbeş ya digel Wezîrê Karên Derva yê Ummanê Bedr bin Hamed el-Bûseîdî da axivî.
Fidan diyar kir ku bûyerên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê rû dan, tecelîkirina wê xusûsê ye ku Tirkiyeyê ev salek e hişyariya wê dide û got ku rêxistina terorê PKK/YPGya ku li Sûriyeyê navê HSDyê bi kar tîne, heger li hêviya demê nehişta û pêvajoya entegrasyonê bida destpêkirin, ev bûyer dê neqewimîna.
Fidan bal kişand ku helwesta PKK/YPGyê ya li şûna xwe bimîne û bêyî tu tawîzê berjewendiyên xwe bi pêş bixe, dê mefayê nede tu kesî û wiha dewam kir, "Hikûmeta Sûriyeyê êdî birînên xwe dipêçe, kapasîteya xwe ya têkoşîna dijî terorê xurt kiriye û di mijarên diyar da xizmeta gelê xwe dike.
Fidan got, "(Li Sûriyeyê) Dem dema yekîtiya neteweyî ye. HSD divê ya dikeve ser milan, bike. Lêbelê şûna wê, bi kordînasyona bi Îsraîlê ra bi awayê ku bibe amûrê polîtîkaya Îsraîlê ya li herêma me ya 'parçe bike, ji hev biqetîne û bi rê va bibe' û ev jî ne tesaduf e."
Fidan got ku Tirkiye êdî geşedanên li Yêmen, Somalîland, Sûdan û Sûriyeyê ji heman mercekê dibîne û ev yek nirxandina stratejîk a Enqereyê ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
