Wezîrê Karên Derva Fidan ji hêla Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn hat qebûlkirin

Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan ji hêla Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn hat qebûlkirin.
Li gorî agahiya ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, Putîn, Fidanê bi minasebeta ziyareta fermî li Rûsyayê ye, qebûl kir.
Hevdîtina bi dema herêmî di saet 19.30î da dest pê kir, bi dawî bû.
Hevdîtinê qedera saetekê dewam kir.
Di hevdîtinê da ji xeynî teşebusên vê axiriyê yên ji bo bidawîkirina şerê Ukrayna-Rûsyayê, geşedanên piştî mizakereyên ku li Stenbolê di 16ê Gulanê da hatin kirin, hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê da her wisa herdu aliyan nêrînên xwe yên der heqê mijarên aborî û enerjiyê da jî bi hev ra parve kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.