Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu di 30-31ê Gulanê da wê Yewnanistanê ziyaret bike
Ankara
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di 30-31ê Gulanê da wê bi fermî Yewnanistanê ziyaret bike.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva hat diyarkirin Mevlut Çavuşoglu di 30-31ê Gulanê da li ser vexwendina Nîkos Dendîasê Wezîrê Karên Derva wê Yewnanistanê ziyaret bike.
Çavuşoglu di roja ewil ya ziyareta xwe da beriya here Atînayê wê 30yê Gulanê li Trakyaya Rojava serdanên curbecur bike.