Polîtîka, Li Xeta Eniya Azerbaycanê

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu bi hevkarê xwe yê Ûris Lavrov ra axivî

İbrahim Atmaca  | 11.10.2020 - Rojanekırın : 12.10.2020
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu bi hevkarê xwe yê Ûris Lavrov ra axivî

Ankara

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ra bi têlefonê axivî.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan, Çavuşoglu bi Lavrovê hevkarê xwe ra axivî û jê xwest ku "hişyariyê bide Ermenistanê ku guh bide agirbestê".

Ermenistan û Azerbeycanê li Moskovayê hevdîtin kiribûn û biryar dabûn ku ji 10ê cotmehê roja şemiyê ji saet 12.00î pê va agirbest çêbibe ku li Qerebaxa Çiyayî guhertina cinaze û hêsîran çêbibe.

Hê li ser agirbestê ra 24 saet derbas nebû, artêşa Ermenistanê bi fuzeyan êrîşî Genceya bajarê Azerbeycanê kiribû û 9 kes hatibûn kuştin, 34 kes jî birîndar bûbûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.