Polîtîka

Wezîrê Edaletê Tunç: "Di mijara ziyareta Îmraliyê ya Komîsyona Meclisê da rayeya biryarê bi temamî ya komîsyonê ye"

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç got ku "Mijara ziyareta Îmraliyê ya Komîsyona Meclisê ya wekî ku Birêz Bahçelî jî îfade kir dê biryara Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî mimkûn e. Rayeya biryarê bi temamî ya komîsyonê ye."

İsmet Karakaş, Abdullah Sarica  | 18.11.2025 - Rojanekırın : 18.11.2025
Wezîrê Edaletê Tunç: "Di mijara ziyareta Îmraliyê ya Komîsyona Meclisê da rayeya biryarê bi temamî ya komîsyonê ye"

Ankara

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç got ku "Mijara ziyareta Îmraliyê ya Komîsyona Meclisê ya wekî ku Birêz Bahçelî jî îfade kir dê biryara Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî mimkûn e. Rayeya biryarê bi temamî ya komîsyonê ye."

Ji Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç nirxandina wî ya der barê daxuyaniya Devlet Bahçeliyê Serokê Giştî yê MHPyê ya wekî "hevdîtina bi Îmraliyê ra" hat pirsîn. Wezîr Tunç li ser vê da zanîn ku girîngiyê didin pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" û ji bo "Sedsala Tirkiyeyê" girîngiyê didin ku ji terorê xalî û xilas bibin.

Tunç bi bîr xist ku çendî sal e têkoşîna dijî terorê berdewam e û gelek kes mirin û diyar kir ku piştî biryara fesixkirinê ya rêxistina terorê û şewitandina çekan gihaştina pêvajoyeke girîng û da zanîn ku xebatên Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî jî dewam dikin.

Tunç got ku "Mijara ziyareta Îmraliyê ya Komîsyona Meclisê ya wekî ku Birêz Bahçelî jî îfade kir dê biryara Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî mimkûn e. Rayeya biryarê bi temamî ya komîsyonê ye. em ê hemê bi hev ra li benda biryara komîsyonê ya di vê mijarê da bin."

Wezîr Tunç li ser pirsa gelo dê Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê piştî biryara "îxlalê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bû texliyekirin yan na diyar kir ku biryara îxlalê nbiha li Daîreya 22yemîn a Mehkemeya Edliyeyê ya Herûma Enqereyû ye û got ku "Di vê mijarê da li benda biryara Daîreyê ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.