Wezîrê Edaletê Akin Gurlek: "Efûya giştî û qanûna ji bo şexsan ne pêkan e"
"Verastkirinên ku wê werin kirin, teqez ji bo efûya giştî nînin, ji bo şexsan jî nînin. Divê em vê yekê zelal bikin. Bangewaziya efûya giştî nayê qebûlkirin, tiştekî wisa nabe. Ji bo şexsan jî verastkirin nabe"
Ankara
Wezîrê Edaletê Akin Gurlek der barê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da got, "Verastkirinên ku wê werin kirin, teqez ji bo efûya giştî nînin, ji bo şexsan jî nînin. Divê em vê yekê zelal bikin. Bangewaziya efûya giştî nayê qebûlkirin, tiştekî wisa nabe. Ji bo şexsan jî verastkirin nabe."
Gurlek di weşana zindî ya NTVyê da li ser rojevê axivî û pirs bersivandin.
Gurlek der barê ser pirsa ser "Tirkiyeya Bêteror" da got ku 40 sal e li Tirkiyeyê ji pirsgirêkên herî mezin yek jî teror e.
Gurlek diyar kir ku her kes dixwaze teror xelas bibe û wiha dewam kir, "Înşeallah em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Bi rastî jî em derbasî merhaleyeke gelekî girîng bûn. Em vê pêvajoyê gelekî girîng dibînin. Heke Tirkiye di nava xwe da pirsgirêka terorê çareser bike, wê li derva jî xurt bibe."
Gurlek bi bîr xist, komîsyona ku ji bo pêvajoya Tirkiyeya Bêteror li Meclisê hat avakirin, rapora xwe temam kir û daxuyand ku Meclisê di vê çarçoveyê da dikare qanûnê derxe.
Gurlek destnîşan kir, rayeya verastkirinên ku di raporê da qala wan tê kirin, di destê Meclisê da ye, wekî Wezareta Edaletê ew ê jî piştgiriya teknîkî bidin pêvajoya derxistina qanûnê.
Wezîr Gurlek wiha dewam kir:
"Teqez verastkirinên bên kirin dê têkildarî efûya giştî û ji bo şexsan nebin. Divê em van ji hevdu cuda bikin. Der heqê banga efûya giştî da tiştekî wiha nabe. Verastkirinên ji bo şexsan jî nabin. Ji xwe di raporê da jî hat diyarkirin. Brêz Serokomarê me jî bi şûnda ji rayagiştî ra eşkere kir. Li vir di Qanûna Înfazê da di Qanûna Dijî Terorê da verastkirin dibe bên kirin yan jî Meclisa pîroz dikare qanûneke nû derxe, madeyeke berwext dayne. Êdî ev teqdîra Meclisê ye."
Gurlek bal kişand ku rêxistinên terorê yên din divê ji vê verastkirinê sûdê nestînin û ew difikire ku Meclis jî dê vê hesasiyetê nîşan bide.
Wezîr Gurlek pirsa têkildarî "mafê hêviyê" jî wiha bersivand:
"Mafê hêviyê pir hat axaftin. Min li raporê nihêrî, tiştekî wekî 'mafê hêviyê' tê da tuneye. Li cem me cezayên hebsa muebeta girankirî yên ji ber terorê hene. Berê cezayê îdamê bû. Ji ber ku cezayê îdamê rabûye, cezayên hebsa muebeta girankirî yên ji ber terorê hene. Cezayên hebsa muebeta girankirî wek xwe tên cîbicîkirin. Ango heta mirinê înfaz didome. Ango ji hukmên berdana bi şert û merc sûdê nastîne. Li vir teqdîr ya Meclisa me ye. Ez nizanim dê verastkirinekê bike yan na lêbelê di vê pakêtê da verastkirineke têkildarî 'mafê hêviyê' tuneye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
