Polîtîka

Wezîr Karên Derva Fîdan di civîna çapemeniyê ya hevpar da ya bi hemtayê xwe yê Frensî Barrot ra axivî

Mehmet Şah Yılmaz, Gökhan Çeliker  | 27.01.2026 - Rojanekırın : 28.01.2026
Wezîr Karên Derva Fîdan di civîna çapemeniyê ya hevpar da ya bi hemtayê xwe yê Frensî Barrot ra axivî

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got ku "Dema ku em rola herdu welatan a ku hem li NATOyê hem jî di ewlehiya Ewropayê da bilîzin bidin ber çavan me destnîşan kir ku gelek karên em dikarin vir bikin hene, ji bo vê jî divê em bêtir bên bal hev û li ser hin mijaran nîqaşê bikin."

Wezîr Fîdan piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Noel Barrot ra ya li Enqereyê di civîna çapemeniyê ya hevpar da axivî.

Fîdan da zanîn derfeta wan çêbû ku bi berfirehî têkiliyên Fransa-Yekîtiya Ewropayê (YE), mijarên herêmî û kurewî yên ku Fransa û Tirkiyeyê jî ji nêz va eleqedar dikin guftûgo bikin û diyar kir ku serokomarên herdu welatan jî ji bo ku têkiliypn Tirkiye-Fransayê hê bêtir bên pêşxistin dîrektifên siyasî dan wan.

Fîdan ji bo ku têkiliyên bazirganî, aborî, siyasî û di qadên din da yên di navbera herdu welatan da hê bêtir bên pêşxistin bi hemû hêza xwe dixebitin.

Fîdan diyar kir ku bi hemtayê xwe ra der barê ka xitimîna niha ya di mijara Tirkiye-YEyê da çawa dikarin çareser bikin û dikarin çi bikin da guftûgo kirin û ev gotin:

"Hûn dizanin ku niha li pêş me çend hedef hene. Yek ji van rojanekirina Peymana Yekîyiya Gumrikê ye, yê din jî ew e ku peymana serbestiya vîzeyê bikeve dewrê. Her wiha me der barê di çarçoveya ewlehiya Ewropayê da di nav NATOyê da em dijkarin çawa ewlehiya Ewropayê pêş bixin, dikarin çi bikin me der barê vê mijarê da guftûgo kirin.


Fîdan got ku "Dema ku em rola herdu welatan a ku hem li NATOyê hem jî di ewlehiya Ewropayê da bilîzin bidin ber çavan me destnîşan kir ku gelek karên em dikarin vir bikin hene, ji bo vê jî divê em bêtir bên bal hev û li ser hin mijaran nîqaşê bikin." û da zanîn ku der barê mijarên herêmî da li ber Fransa û Tirkiyeyê dosyeyeke hevkarî û hevdîtinê ya mezin heye.

- Mijarên herêmî û kurewî hatin guftûgokirin

Fîdan destnîşan kir ku der barê mijarên herêmî da li ber herdu welatan dosyeyeke hevkarî û hevdîtinê ya mezin heye û da zanîn ku di nav van mijaran da geşedanên li Sûriye, Xeze û Îranê, mijarên wekî ewlehiya Behra Spî, Şerê Rûsya-Ukraynayê yên ku ewlehiya kurewî eleqedar dikin hene.

Fîdan destnîşan kir ku li ser mijara bênavber dewamkirina têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê rawestiyan û bal kişand ku ev mijar mijareke girîng e.

Fîdan diyar kir ku bi hemtayê xwe yê Fransiz ra xebatên berdewam ên Koalîsyona Dildaran û piştgiriyên Tirkiye dikare di vê mijarê da bide û merhaleya dawîn a di hevdîtinên Rûsya-Ukraynayê da hatiye bidestxistin jî guftûgokirin û got ku geek mijarên ku di axaftina xwe da nekarî diyar bike hene, ev yek "berfirehiya mijarên" têkiliyên di navbera herdu welatan da nîşan dide.

Fîdan ji ber ziyareta wî û hevdîtina baş spasiya hemtayê xwe yê Fransiz kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.