Polîtîka

Wezîr Fîdan: "Îxlalnekirina agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê da ji hedefên me yên stratejîk yên mezintirîn yek e"

Sümeyye Dilara Dinçer  | 30.06.2025 - Rojanekırın : 30.06.2025
Wezîr Fîdan: "Îxlalnekirina agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê da ji hedefên me yên stratejîk yên mezintirîn yek e"

Ankara

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê Davîd Lammy ra li Enqereyê hat bal hev û piştî hevdîtinê daxuyanî da, "Îxlalnekirina agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê da ji hedefên me yên stratejîk yên mezintirîn yek e."

Wezîr Fîdan got, "Di navbera Îran û Îsraîlê da mitabaqatek çêbû, berdewamkirina vê mitabaqatê û îxlalnekirina agirbestê û ji bo ev veguhere bibe aştiyeke mayînde em hewl didin. Ev ji hedefên me yên stratejîk yên mezintirîn yek e. Ji aliyê din va daxwaza me ew ku trajediya li Xezeyê di demeke kurt da bidawî bibe, agirbest bê çêkirin û li ser esasên çareseriyê yên herdu dewletan ev mesele bi dawî bibe, çareserkirina vê pirsgirêkê ji bo me girîng e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.