Polîtîka

Wezîr Fîdan bi hemtayê xwe yê Siûdî Bîn Ferhan ra bi têlefonê axivî

Büşranur Keskinkılıç  | 12.06.2025 - Rojanekırın : 13.06.2025
Wezîr Fîdan bi hemtayê xwe yê Siûdî Bîn Ferhan ra bi têlefonê axivî

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Faysal Bîn Ferhan ra bi têlefonê axivî.

Li gor agahiya ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat hildan Fîdan bi hemtayê xwe yê Siûdî Bîn Ferhan ra bi têlefonê axivî.

Di axaftinê da rewşa li Xezeyê û hewldanên ji bo tesîskirina agirbestê hatin nirxandin.

Di axaftinê da her wiha amadehiyên civînên ku dê di heyama pêş me da der barê Filistînê da bên kirin û Civîna Konseya Wezîrên Karên Derva ya 51emîn a Teşkîlata Hevkariya Îslamê (ÎÎT) ya ku dê di 21-22yê hezîranê da li Stenbolê bê lidarxistin hat guftûgokirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın