Polîtîka

Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê: "Unsûrên HSDyê yên ku çekên xwe teslîm dikin, tên qeydkirin"

Mahmut Geldi, Halime Afra Aksoy  | 26.01.2026 - Rojanekırın : 27.01.2026
Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê: "Unsûrên HSDyê yên ku çekên xwe teslîm dikin, tên qeydkirin"

Syria

Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê daxuyand, unsûrên ku berê girêdayî YPGya rêxistina terorê bûn û di binê navê "HSD"yê da hereket dikirin, dest bi teslîmkirina çekên xwe kirin û qeyda wan tê girtin. Di heyama ku rojhilata Çemê Feratê di binê dagirkeriyê da bû, ev unsûr girêdayî HSDyê bûn.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê ya li ser şirketa Xê ku platforma medyaya civakî ye û navenda wê li Amerîkayê ye, kesên ji YPGya rêxistina terorê vediqetin, ji bo wan li wilayeta Deyrîzorê navendek hat vekirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Ji bo unsûrên ku girêdayî HSDyê ne, li wilayeta Deyrîzorê navendek hat vekirin. Unsûran piştî ku çekên xwe teslîmî rayedarên ewlehiyê kirin, li navendê xwestin ku rewşa wan were zelalkirin. Fermandariya Ewlehiya Navxweyî ya li wilayeta Deyrîzorê dest pê kir û van unsûran qebûl dike."

Li gor daxuyaniyê, Wezareta Karên Navxweyî ji bo ku li herêmê îstiqrarê temîn bike û seba kesên ku ji YPGyê veqetiyan û dixwazin vegerin jiyana xwe ya sivîl, firsendeke nû dide û wiha hat gotin, "Her wiha di vê gavê da ji bo kesên ku çekên xwe teslîm kirin û ji HSDyê veqetiyan, derfeta hildana belgeyekê dide ku vegerin jiyana xwe ya normal."

Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe ya duh da jî gotibû ku seba qeydkirina kesên ji YPGyê veqetiyan, li Rakka û Deyrîzorê her yekî navendek hat vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.