Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê: Dê hevwelatîbûnê bidin Kurdên şêniyên welêt
Istanbul
Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê telîmat da ku biryarnameya Serokomariyê ya der barê hevwelatiyê bidin Kurdên li nav axa welêt dijîn, bê tetbîqkirin.
Li gor nûçeya El-Îxbariyeya televîzyona dewleta Sûriyeyê Wezîrê Karên Navxweyî Enes Xetab ji bo ku Biryarnameya Serokomariyê ya pêş dibîne ku hevwelatiyê bidin Kurdan ji Midûriya Giştî ya Wezaretê ra nivîsa telîmatê şand.
Di nivîsê da hat gotin ku "Ji hevwelatiyên Kurd ên ku li Sûriyeyê dijîn ra yên ku neqeydkirî jî di nav da dê hevwelatîbûna Sûriyeyê bê dayîn."
Li gor hikmê "Biryarnameya 13emîn a Sala 2026an" a ku Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara di 16ê rêbendanê da îmze kir hat gotin ku "Di çarçoveya verastkirinên ku hevwelatîbêna Komara Ereban a Sûriyeyê bidin Kurdên ku li nav axa Sûriyeyê dijîn û di encama jimara nifûsê ya ku di sala 1962yan da hatiye kirin li bajarê Hesekê nehatine qeydkirin da yên neqeydkirî jî di nav da biryar hat dayîn ku kesên navborî hildin statuya hevwelatîbûnê û ji hêla maf û berpirsyariyan va bibin xwedî mafên wekhev."
Di nivîsa wezaretê da hat diyarkirin ku "Di çarçoveya biryarnameya Kurdên ku mafê hevwelatîbûnê danê ji hêla maf û berpirsyariyan va dê bibin xwedê wekheviyeke tam û ji bo kesên bi eslê xwe Kurd in divê hemû miameleyên îdarî bên lezandin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
