Polîtîka

Wezareta Karên Derva ji bo qezaya madenê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê peyama sersaxiyê da

Sercan İrkin  | 01.02.2026 - Rojanekırın : 01.02.2026
Wezareta Karên Derva ji bo qezaya madenê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê peyama sersaxiyê da

Istanbul

Wezareta Karên Derva ji bo kesên ku li Komara Demokratîk a Kongoyê di hezaza li madenê da mirin sersaxî da.

Wezaretê di daxuyaniya nivîskî da wiha got: "Em ji ber kesên ku li Komara Demokratîk a Kongoyê di hezaza li madenê da mirin, pir xemgîn in."

Di daxuyaniyê da ji bo malbatên kesên ku mirine û gelê Komara Demokratîk a Kongoyê sersaxî hat dayîn û ji bo birîndaran jî şifaya bilez hat xwestin.

Li Rubaya bajarê Komara Demokratîk a Kongoyê duh di madena koltanê da qezayek çêbûbû û 226 karkerên madenê miribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.