Wezareta Karên Derva: (Fîloya Sumûdê) Peywirdarên konsolosxaneyê û welatiyên Tirk îro cara ewil rû bi rû têkilî danîn
Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî diyar kir ku peywirdarên konsolosxaneyê li navenda binçavkirinê cara ewil bi welatiyên Tirk ên ku di Fîloya Sumûdê ya kurewî da ji hêla Îsraîlê va dereqanûnî hatin desteserkirin ra rasterast peywendî danîn.

Ankara
Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî diyar kir ku peywirdarên konsolosxaneyê li navenda binçavkirinê cara ewil bi welatiyên Tirk ên ku di Fîloya Sumûdê ya Kurewî da ji hêla Îsraîlê va dereqanûnî hatin desteserkirin ra rasterast peywendî danîn û îhtimal heye ku welatî sibê bi sefereke balafirê ya taybet va vegerin Tirkiyeyê.
Keçelî der barê rewşa aktîvîstên Tirk ên ku di Fîloya Sumûdê ya Kurewî ya ku ji bo alîkariya însanî bigihînin Xezeyê derket rê da bûn û ji hêla Îsraîlê va dereqanûnî hatin desteserkirin û teşebûsên Tirkiyeyê da daxuyanî dan.
Keçelî got ku "Me ji roja ewil a destpêka organîzasyona fîloyê da geşedan ji nêz va şopandin. Em serî va bi komîteya organîzasyonê ya fîloyê û beşdarvanan ra di nav têkiliyê da bûn. Navenda Şopandina Rewşê ya wezareta me û Maseya Qeyranê 7 roj û 24 saet geşedanan ji nêz va şopandin."
Keçelî diyar kir ku bi welatên ku welatiyên wan di fîloyê da ne ra di nav kordînasyonê da ne û got ku "Birêz Serokomarê me (Recep Tayyîp Erdogan) û Birêz Wezîrê me (Hakan Fîdan) dîplomasiyeke têlefonê kirin."
Keçelî da zanîn ku di encama van têkiliyan da pêk anîn ku daxuyaniyeke hevpar bidin û di vê daxuyaniyê da hişyariyeke xurt da Îsraîlê ku ewlehiya jiyana kesên di fîloyê da nexin xetereyê.
- "Peywirdarên konsolosxaneyê bi welatiyên Tirk ra cara ewil rû bi rû têkilî danîn"
Keçelî der barê rewşa dawîn a welatiyên Tirk ên ku ji hêla Îsraîlê va hatin desteserkirin da agahî dan û got ku "Em dizanin ku bi sedan aktîvîst ji hêla Îsraîlê va hatine desteserkirin. Di nav van da nêzî 50 kesî welatiyên me hene. Demildest piştî desteserkirina keştiyan peywirdarên me yên konsolosxaneyê ketin dewrê. Bi parêzerên fîloyê û balyozxaneyên welatên din ên eleqedar ra di nav kordînasyonê da xebitîn. Me agahiyên bi dest xistin jî demildest bi malbatên welatiyên xwe ra parve kir."
Berdevk Keçelî got ku "Peywirdarên konsolosxaneyê li navenda binçavkirinê cara ewil bi welatiyên Tirk ên ku di Fîloya Sumûdê ya kurewî da ji hêla Îsraîlê va dereqanûnî hatin desteserkirin ra rasterast peywendî danîn. Li gor agahiyên ewil ên gihaştine ber destê me rewşa tenduristiya welatiyên me da rewşeke tirsê tune."
- "Îhtimal heye ku welatiyên me bi sefereke taybet a balafirê va sibê vegerin Tirkiyeyê"
Keçelî got ku "Di rewşa gihaştinê da em ji bo ku welatiyên me bi lez û bi awayekî tenduristî ji Îsraîlê bên texliyekirin li ser hin alternatîfan disekinin. " û got ku "Îhtimal heye ku welatî sibê bi sefereke balafirê ya taybet va vegerin Tirkiyeyê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.