Polîtîka

Wezareta Karên Derva der barê êrîşa dijî Bendergeha Çernomorskê ya Ukraynayê daxuyanî da

"Li Behra Reş belavbûna şerê ku li herêma me dewam dike ji hêla ewlehiya behrê û serbestiya seyrûseferê da mafdariya fikarên me yên ku me berê anîbû ziman îşaret dike"

Mehmet Şah Yılmaz  | 13.12.2025 - Rojanekırın : 14.12.2025
Wezareta Karên Derva der barê êrîşa dijî Bendergeha Çernomorskê ya Ukraynayê daxuyanî da

Ankara

 Wezareta Karên Derva der barê di êrîşa dijî Bendergeha Çernomorskê ya Ukraynayê da xisardîtina keştiyeke bi bandiraya biyanî ya şirketeke Tirk e da got ku "Li Behra Reş belavbûna şerê ku li herêma me dewam dike ji hêla ewlehiya behrê û serbestiya seyrûseferê da mafdariya fikarên me yên ku me berê anîbû ziman îşaret dike."

Wezaretê der barê êrîşa navborî da daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di êrîşa îro ya dijî Bendergeha Çernomorskê ya Ukraynayê da keştiyeke bi bandiraya biyanî ya şirketeke Tirk xisar dît û hat gotin ku "Li Behra Reş belavbûna şerê ku li herêma me dewam dike ji hêla ewlehiya behrê û serbestiya seyrûseferê da mafdariya fikarên me yên ku me berê anîbû ziman îşaret dike."

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li gor daneyên ewil personel û ajokarên tiran ên di keştiyê da hatine texliyekirin, welatiyên ku ji ber êrîşê zirar dîtine tunin, Serkonsolosxaneya Odessayê geşedanan ji nêz va dişopîne û piştgiriya hewce dide welatiyan.

Di daxuyaniyê da ev hatin gotin:

"Em bi vê wesîleyê car din girîngiya dawîlêanîna şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da car din destnîşan dikin, ji bo pêşîlêgirtina rageşiya li Behra Reş hewcehiya verastkirina rawestandina êrîşên ewlehiya seyrûseferê û binesaziyên vejen û bendergehan hedef digirin bi bîr dixin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.