Polîtîka

Wezareta Karên Derva der barê Peymana Agirbest û Entegrasyona Giştî ya li Sûriyeyê da daxuyanî da

Sercan İrkin  | 19.01.2026 - Rojanekırın : 20.01.2026
Wezareta Karên Derva der barê Peymana Agirbest û Entegrasyona Giştî ya li Sûriyeyê da daxuyanî da

Istanbul

Wezareta Karên Derva daxuyand ew hêvî dikin ku bi tevahî hatibe fêmkirin ku dahatûya Sûriyeyê ne ji teror û cudahiyê, ji hevrabûn û entegrasyonê ra derbas dibe.

Wezareta Karên Derva der barê Peymana Agirbest û Entegrasyona Giştî ya li Sûriyeyê da daxuyanî da

Di daxuyaniyê da hat gotin ew hevî dikin ku peymana agirbestê ya ku îro ji hêla Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera va hat eşkerekirin di bingeha yekparçetiya axa Sûriyeyê û yekparetiyê da hewldanên ji bo îstiqrarê bi awayekî bibandor pêş va bixe û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em hêvî dikin bi têgihîştina rastiyên li qadê va hemû kom û ferdên li welêt bi tevahî fêm bikin ku dahatûya Sûriyeyê ne ji teror û cudahiyê, ji hevrabûn û entegrasyonê derbas dibe."

Hat destnîşankirin hêvî ew e ku ev peyman ji bo ewlehî û aramiya gelê Sûriyeyê, her wiha tevahiya herêmê û bi taybetî jî cîranên Sûriyeyê bibe alîkar.

Di daxuyaniyê da hat gotin serdema nû ya ku di 8ê Çileya Pêşîn a 2024an da li Sûriyeyê dest pê kir û ji bo welêt derfeteke bêhempa ye bigîhêje dahatûyeke geş, niha di qonaxeke krîtîk da ye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tirkiye wê piştgiriyê bide hewldanên hikûmeta Sûriyeyê yên ji bo têkoşîna li dijî terorê û ji nû ve avakirina welêt yên ku bi rêbazeke berfireh û yekgirtî va li ser bingeha razîbûna gel têne meşandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.