Polîtîka

Wezareta Karên Derva daxuyaniyên ji bo bûyerên 1915an "ku dixwazin dilê hin derdorên radîkal xweş bikin", red kir

Tuğba Altun  | 24.04.2024 - Rojanekırın : 25.04.2024
Wezareta Karên Derva daxuyaniyên ji bo bûyerên 1915an "ku dixwazin dilê hin derdorên radîkal xweş bikin", red kir

Ankara

Wezareta Karên Derva ragihand ku daxuyaniyên yekalî yên hin rayedaran yên der barê bûyerên 1915an da "ku dixwazin dilê hin derdorên radîkal xweş bikin", red dikin.

Wezareta Karên Derva ji bo daxuyaniyên hin rayedaran yên der barê bûyerên 1915an da daxuyaniya nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da wiha hat gotin, "Em daxuyaniyên yekalî yên der barê bûyerên 1915an da ku dixwazin dilê hin derdorên radîkal xweş bikin, red dikin."

Hat diyarkirin daxuyaniyên ku rastiyên dîrokî çewt dikin dijî hiqûqa navneteweyî ne û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê bi eşkereyî qeyd kiriye ku bûyerên 1915an mijara nîqaşeke meşrû ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.