Polîtîka

Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala: "Raporên MÎTê dê bên, heke pêwîst bû ewê parlemento têkeve dewrê"

Betül Bilsel  | 27.05.2025 - Rojanekırın : 28.05.2025
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala: "Raporên MÎTê dê bên, heke pêwîst bû ewê parlemento têkeve dewrê"

Ankara

 Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala derbarê pêvajoya Tirkiyeya bêteror da got, "Dê raporên MÎTê bên, heke pêwîst bû ewê parlemento têkeve dewrê. Wate em qonax bi qonax pêş dikevin. Heke pêngaveke ku divê dûvra bêavêtin, hûn nuha biavêjin, êdî hûn nikarin pêngava ku nuha pêdivê bê avêtin, hûn biavêjin."

Ala li navenda giştî ya partiyê digel rojnamevanan civîneke suhbetê li dar xist.

Efkan Ala destnîşan kir ku Tirkiye di pêngava armanca "welatekî bêteror" da gavên giring avêtine û anî ziman ku di pêvajoya çekdanîna rêxistina terorê da tabloyeke xweşbîn heye, ew texmîn dikin ewê di mehên havînê da pêvajoya çekdanînê temam bibe.

Ala diyar kir ku ji bo rêgirîkirina li provokasyonan yekeyên ewlekariyê dixebitin û pêvajo bi awayekî plankirî birêva diçe.

Efkan Ala bal kişand ser wê yekê ku komîsyona ku dê li parlementoyê bê pêkanîn a ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî destnîşan kiribû, piştî temambûna xebatên yekeyên ewlekariyê yên ku pêvajoyê birêva dibin, ewê bikeve rewacê.

Ala wiha dewam kir, "Raporên MÎTê dê bên, heke pêwîst bû ewê parlemento têkeve dewrê. Wate em qonax bi qonax pêş dikevin. Heke pêngaveke ku divê dûvra bêavêtin, hûn nuha biavêjin, êdî hûn nikarin pêngava ku nuha pêdivê bê avêtin, hûn biavêjin. Ji ber vê, em di vê mijarê da ezmûnger in. Nêzîkbûneke hinekî bi tedbîr heye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.