Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di 5emîn Kongreya Bajêr a Asayî ya partiya xwe ya li Kastamonuyê de axivî û di axaftina xwe de li ser pakêta reforma ewlehiya navxweyî û bûyerên Kobanêyê sekinî. Davutoglu di axaftina xwe de Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û Hevserookê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş rexne kirin.
Davutoglu got ku bûyerên Kobanêyê yên 6-7ê cotmehê kemînek bû û diyar kir ku li dijî hikûmetê koalîsyonek hat avakirin. Serokwezîr Davutoglu da zanîn ku MHP û HDP di nîqaşên "Pakêta Reforma Ewlehiya Navxweyî" de li hev dikin û wiha axivî:
"Me dizaniya ku hin hesabên wan ên hevpar hene. Lê duh derket holê ku HDPya ku bûyerên 6-7ê cotmehê sor kir û MHPya ku li dijî tevdîrên ku me piştî wan bûyeran girtin derdikeve di heman xalê de li hev dikin. Dîsa di axaftinê ku duh hatin kirin de derket holê ku HDPya dibêje ku li Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazin di rastiya xwe de ne demokrasiyê, şîdetê dixwaze, atmosfereke şîdetê ya ku xwe dispêre molotofan, sapanan û rûpoşan dixwaze. MHP jî hema bêje bi heman nêrînan dibêje ku dê li dijî qanûna ku em dê derxînin, derkevin."
Davutoglu diyar kir ku bi "Pakêta Reformê ya Ewlehiyê ya Navxweyî" hem qadên azadiyê berfireh kirin, hem jî nîzama kamûyê ew qas xurt kirin ku êdî nikarin şehtê lê bidin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Temam Serokê MHPyê Devlet Bahçeliyê ku wê rojê digot 'Dewlet li kû ye?' çima li dijî bi tevdîrên ku Pakêta Ewlehiya Navxweyî pêş dibîne pêkanîna nîzama ewlehiyê ya dewletê derdikeve? Çima curet dike ku Dewleta Komara Tirkiyeyê wekî dewleta polêsan nîşan bide? Bala xwe bidinê, nişkave ketin heman aliyê. HDPya ku bûyerên 6-7ê cotmehê sor kir û Bahçeliyê ku ji ser bûyerên 6-7ê cotmehê herêmên din ên Tirkiyeyê sor dikir, di mijara Reforma Ewlehiyê ya Navxweyî de hema bêje heman zimanê bi kar tîne. Em her çi dibe bila bibe hem dê azadiyan biparêzin, hem jî ji bo aramiya Tirkiyeyê, gelê me û neteweya me dema ku tevdîrên hewce dike ku bên girtin bikevin rojevê em dê ji bo girtina tevdîran nekevin nav dudiliyê. Car din dê tu kes nekare biwêre ku kolanên Tirkiyeyê biguherîne û bike wek kolanên Sûriyeyê. Tu kes dê nekare ku kolanên Tirkiyeyê bike cihên teror û şîdetê. Tirkiye dê her cure berpirsyariyên dewleta hiqûqê ya demokratîk pêk bîne. Em gelek bibiryar in ku her dem azadî û aramiya gel biparêzin."
Davutoglu di axaftina xwe de li ser rexneyên Serokê CHPyê Kiliçdaroglu yên der barê Pakêta Reformê ya Ewlehiya Navxweyî jî sekinî û wiha axivî:
"Hûn dikarin di çarçoveya qanûnan da bimeşin. Heger ev zagon (pakêta ewlehiyê) were pejirandin, kî molotofan hilde destê xwe, Kiliçdaroglu yan jî kesekî din, ferq nake, di navbera Alîoglu, Velîoglu û Kiliçdaroglu da ferq tuneye. Heman miameleyê tuyê jî bibînî. Duh Kiliçdaroglu li Meclisê bangewaziya berxwedanê dikir. Ji xelkê dixwest ku bila li ber xwe bidin. Wekî Demirtaş ku çawa beriya pêkhatina bûyerên 6 û 7ê cotmehê ji bo berxwedanê bangî xelkê dikir. Ey Kiliçdaroglû tu Serokê Giştî yê Mixalefeta Sereke yî yan provakator û navtêder î"
Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha pê de çû: "Kî bixwaze mafê xwe yê xwepêşandanê bi kar bîne, temînata wan em in. Di mijara bikaranîna mafê xwe yê xwepêşandanê de em destûrê nadin tu astengkirin, sînorkirin û hacîrkirinê. Lê heke kesekî rûpêçayî ku di destê wî de hin çekên zirarê didin hebin û bê û bibêje 'ez ê çalakiyê bikim', ji bo vê jî em bi her awayî tewdîrên xwe digirin û di girtinê de jî bi biryar in."