24 Îlon 2015•Rojanekirin: 24 Îlon 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Ji bo hevalê eskerên me yên ku li Daxlicaya herêma Hekariyê cangorî bûn ziyaret bikim, ez li Yuksekovayê bûm. Ez bi baweriya wan lekşerên me yên ku bi qehremanî li wan çiyayên asê nobet digirtin serbilind bûm. Ez niha peyama eskerên me yên li Yuksekovayê digihînim we ji bo vê bextiyar im. Her kes bira bizanibe heta ku ev ezîm û biratî bi wî miletî ra be tu kes nikare me ji rêya me vegerîne."
Davutoglu li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê diyar kir ku wî eskerên li Yuksekovayê wezîfedar in ziyaret kir.
Davutoglu derbarê ziyaretê de wiha nivîsî:
"Ji bo hevalê eskerên me yên ku li Daxlicaya herêma Hekariyê cangorî bûn ziyaret bikim, ez li Yuksekovayê bûm. Ez bi baweriya wan lekşerên me yên ku bi qehremanî li wan çiyayên asê nobet digirtin serbilind bûm. Ez niha peyama eskerên me yên li Yuksekovayê digihînim we ji bo vê bextiyar im. Her kes bira bizanibe heta ku ev ezîm û biratî bi wî miletî ra be tu kes nikare me ji rêya me vegerîne."
Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hûlûsî Akar jî digel Davutoglu bû.
-Ziyareta Diyarbekirê
Serokwezîr Davutoglu bibîrxist ku îro serê sibê li Diyarbekirê bû, nimêja eydiyê li vir kir, cejna gelê herêmê pîroz kir û wiha ragihand: "Ez ji vir silavên wan ên biratî û mihebetê radigihînim we. Ev mihebet ewê li welatê me her he be û ji bo parastina wê çi hewce bike emê pêk bînin. Bi îzna Xwedê ew ê hemû dek û dolabên dijminên me têk biçin."
Ji aliyê din ve Serokwezîr Ahmet Davutoglu, malbata Osman Saîm Çetînê ku di bûyerên terorî yên rojên borî de hatibû kuştin ziyaret kir, diya Şeyhmûs Sanirê ku di heman êrîşê de hatibû kuştin jî beşdarî wan bû.