Nihat Kavşut
28 Hezîran 2018•Rojanekirin: 29 Hezîran 2018
WASHINGTON/ANKARA
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê 16ê Tîrmehê li Helsinkiya paytextê Finlandiyayê bicivin.
Li gor daxuyaniya Qesra Sipî di hevdîtina Trump û Pûtîn da ji xeynî têkilî û pêwendiyên Amerîka û Rûsyayê wê mijarên ewlehiya neteweyî bên gotûbêjkirin.
Trump destnîşan kiribû ku meha Tîrmehê di serdanên xwe yên li Ewropayê da dikare bi Pûtîn ra bicive.
Şêwirmendê Polîtîkaya Derva yê Kremlînê Yuriy Uşakov duh di daxuyaniya xwe da diyar kiribû ku Pûtîn û Trump dikarin li welatekî din bicivin. Uşakov diyar kiribû ku wê cî û dema civînê paşê bê eşkerekirin û gotibû ku wê tenê Trump û Pûtîn bicivin, bi hev ra taştê bixwin û peyra daxuyaniya çapemeniyê bidin.