Trump eşkere kir ku hikûmeta Sûriyeyê mehkûmên DEAŞê yên ku YPG/HSDyê serbest berdan, girtin
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo mehkûmên DEAŞê yên ku YPG/HSDyê li Sûriyeyê serbest berdan got ku "Terorîstên Ewropayî ji girtîgehê reviyabûn û hikûmeta Sûriyeyê hemû mehkûm girtin."
Trump hevpeyvînek da rojnameya New York Postê ya Amerîkayê û behsa pevnivîsiyên bi Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê û Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ra kir û bal kişand ser rewşa niha ya li Sûriyeyê.
Trump diyar kir ku sedema ji raya giştî ra eşkerekirina pevnivîsinên bi Macron ra mehkûmên DEAŞê yên Ewropayî yên ku YPG/HSDyê serbest berdan e.
Serokê Amerîkayê di hevpeyvîna xwe da da zanîn ku bi Macron û Rutte ra mijareke der barê rewşa mehkûmûn DEAŞê yên li Sûriyeyê guftûgo dikirin û nirxandina "Hûn dizanin min çi kir? Min pêşî li reveke ji girtîgehê girt. Me li Sûriyeyê kareke baş derxist. Mehkûmên Ewropayî direviyan û min ev rawestand. Ev bûyer duh qewimî."
Trump der barê mehkûmên DEAŞê yên ku YPG/HSDyê serbest berdan da got ku "Terorîstên Ewropayî ji girtîgehê reviyabûn. Em bi hikûmeta Sûriyeyê serokê nû yê Sûriyeyê ra xebitîn., wan (hikûmeta Sûriyeyê) hemû mehkûm girtin û dîsa ew avêtin hepsê.
