Polîtîka

Tirkiye ji hêla Amerîkayê va rakirina mueyideyên dijî Sûriyeyê "erênî" pêşwazî kir

- Berdevkê Wezareta Karên Derve Oncu Keçeli: - "Rakirina qismeke din a girîng a mueyideyên dijî Sûriyeyê geşedaneke erênî ye"

Gökhan Çeliker  | 01.07.2025 - Rojanekırın : 01.07.2025
Tirkiye ji hêla Amerîkayê va rakirina mueyideyên dijî Sûriyeyê "erênî" pêşwazî kir

Ankara

Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî diyar kir ku Tirkiye ji ber îradeya Amerîkayê ya bo normalîzekirina têkiliyên bi Sûriyeyê ra memnûn e û ji hêla Washîngtonê va rakirina qismeke din a mueyideyên dijî wê welatê wekî "geşedaneke erênî" nirxand.

Berdevk Keçelî ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî Xê der barê mijarê da peyamek parve kir.

Keçelî destnîşan kir ku îradeya xurt a birêvebiriya Amerîkayê ya di rêya "normalîzekirina" têkiliyên bi hikûmeta Sûriyeyê ra bi kêfxweşî pêşwazî kir û got ku "Di vê çarçoveyê da rakirina qismeke din a girîng a mueyideyên dijî Sûriyeyê geşedaneke erênî ye."

Keçelî peyama Tirkiye dê hem bi navbeynkariya kamuyê hem jî bi navbeynkariya sektora taybet va piştgiriyê bide ji nû va avakirina Sûriyeyê, dê bi hevkarên herêmî û navneteweyî va piştgiriya xwe bidomîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın