Polîtîka

Tirkiye ji derxistina Şera û Xetab ji lîsteya mueyideyan a KENYê kêfxweş bû

Can Efesoy  | 07.11.2025 - Rojanekırın : 07.11.2025
Tirkiye ji derxistina Şera û Xetab ji lîsteya mueyideyan a KENYê kêfxweş bû

Ankara

Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçeli got, "Em bi kêfxweşî pêşwazî li biryara bi hejmara 2799 (2025) a Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ku Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Navxweyî Enes Xetab ji lîsteya mueyideyan derdixe, dikin."

Keçelî derbarê derxistina Şera û Xetab ji lîsteya mueyideyan a KENYê da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Keçelî got, "Em bi kêfxweşî pêşwazî li biryara bi hejmara 2799 (2025) a Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ku Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Navxweyî Enes Xetab ji lîsteya mueyideyan derdixe, dikin."

Keçelî di daxuyaniyê da diyar kir ku ewê piştgiriyê bidin van û gavên bi vî rengî yên ku armanc dikin ku mîrateya neyînî ya serdema borî li ser rêveberî û gelê Sûriyeyê yê heyî ji holê rakin, di vê çarçoveyê da bi tevahî dorpêçan rakin û rê li ber entegrebûna Sûriyeyê bi civaka navneteweyî ra vekin û aramiya domdar û pêşkeftina welêt misoger bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.