Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş: "Pêwistiya me bi çavekî sêyemîn nîne"

TBMM
Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş got, "Pêwistiya me bi çavekî sêyemîn nîne. Çavê sêyemîn vê dere ye. Ev komîsyona ku li ser navê neteweyê, vê mijarê dişopîne û vê pêvajoyê bi rê va dibe, wekî çavekî sêyemîn jî kar dike."
Kurtulmuş piştî axaftinên akademîsyenan di 10emîn civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê da ya ku li Hola Merasimê ya TBMMê hat lidarxistin, nirxandin kirin.
Kurtulmuş tekezî kir ku daxuyaniyên hatine dayîn perspektîfa wî ya erênî li ser pêvajoyê hîn xurttir kiriye û got, "Gelek heval û mamosteyên me piştrast kirin ku em xwedî derfet û amûrên giring in ku modelek bêhempa ji bo me, modelek bêhempa ji bo Tirkiyeyê biafirînin. Wan di vê çarçovê da erkên komîsyonê jî dan me. Wan ji komîsyona me ra got, 'Heke hûn vê bikin, hûn ê di dîrokê da werin nivîsandin.' Niha divê em hevoka 'eger serkeftî be' ya derbarê vê komîsyonê û pêvajoyê da ji rojevê derxînin. Divê ev hewl serkeftî bin û ji bo bigihîjin serkeftinê, bi bawerî pêşva diçin. Hêvîdar im ku ew ê di zûtirîn demê da biqedin."
- "Pêwistiya me bi çavekî sêyemîn nîn e"
Kurtulmuş, bal kişand ku di axaftinên civînê da mijara "çavê sêyemîn" derketiye holê û wiha got:
"Ez ji destpêkê va dixwazim bibêjim ku ev ezmûna Tirkiyeyê naşibe ezmûnên welatên din, ezmûnên ku em dizanin û her çend dişibin hev hebin jî, bi tevahî naşibin hev. Pêwistiya me bi çavekî sêyemîn nîne. Çavê sêyemîn vêdere ye. Ev komîsyona ku li ser navê neteweyê, vê mijarê dişopîne û vê pêvajoyê bi rê va dibe, wekî çavekî sêyemîn jî kar dike. Mijareke din a girîng ku îro pir caran tê behskirin. Aştiya neyînî, aştiya erênî.
Armanca me ya dawîn ew e ku li vî welatî û vê herêmê aştiyek bi temamî erênî were avakirin û mirov êdî bi zimanê tund û tûjiyê û çekan neaxivin, lê li gorî prensîba 'serkev-serkev', bi karanîna çavkaniyên xwe, bi awayekî dostane û biratî, Tirkiyeyek nû û herêmek nû ava bikin. Di vê çarçoveyê da, ez bawer dikim ku tecrubeya Tirkiyeyê têrê dike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.