Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş: "Pêvajo wekî hatiye plankirin diçe"
Numan Kurtulmuş, der barê Rapora Komîsyona Biratî, Demokrarî û Piştevaniya Neteweyî ya TBMMyê got ku "Pêvajo wekî hatiye plankirin diçe. Di vê çarçoveyê da dê rewşa dawîn a raporê ji nûnerên hemû partiyên di Komîsyonê da cî digirin ra bê şandin"
TBMM
Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş der barê gelemşeya ku dema li Lijneya Giştî ya TBMMyê sondxwarina Mustafa Çîftçiyê Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Edaletê Akin Gurlek derket da got ku "Ev metazorî, ev zordayîn li mezinahiya TBMMyê nayê. Wekî teşebûseke dijî destûra bingehîn hat qeydkirin."
Kurtulmuş bi Urska Klakocar Zupancica Seroka Meclisa Neteweyî ya Slovenyayê ya ku bo ziyareta fermî hat Tirkiyeyê ra li Meclisê hevdîtin kir.
Kurtulmuş piştî ku pêşwaziya Klakocar Zupancicê kir li ber alayên Tirkiye û Slovenyayê wêne kişand û paşê bi hemtaya xwe ya mêvan ra hevdîtin kir û serokatiya civîna di navbera heyetan da kir.
Kurtulmuş piştî hevdîtinan di civîna çapemeniyê ya hevpar a ku li Hêwana Merasimê ya TBMMyê hat lidarxistin da axivî û qal kir ku ji ber li Meclisê ezimandina Klakocar Zupancica Seroka Meclisa Neteweyî ya Slovenyayê û heyeta wê kêfxweş e û diyar kir ku îro bi Klakocar Zupancicê ra bi berfirehî peywendiyên herdu welatan guftûgo kirin.

Serokê TBMMyê Kurtulmuş piştî daxuyaniyan pirsên rojnamevanan bersivand.
Kurtulmuş dema pirsekî der barê Rapora Komîsyona Biratî, Demokrarî û Piştevaniya Neteweyî ya TBMMyê bersivand got ku "Pêvajo wekî hatiye plankirin diçe. Di vê çarçoveyê da dê rewşa dawîn a raporê ji nûnerên hemû partiyên di Komîsyonê da cî digirin ra bê şandin. Helbet dê dîsa li vê hêwanê 50 hevalên me bicivin û der barê raporê da mizakereyê bikin û bi dengdayînê ra dê rapor bê temamkirin û ev pêvajo bi dawî bibe."
Kurtulmuş der barê gelemşeya ku dema li Lijneya Giştî ya TBMMyê sondxwarina Mustafa Çîftçiyê Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Edaletê Akin Gurlek derket da got ku "Ev metazorî, ev zordayîn li mezinahiya TBMMyê nayê. Wekî teşebûseke dijî destûra bingehîn hat qeydkirin."
Kurtulmuş li ser pirsa "Şaredara Mîhalgaziyê Zeynep Guneş ji ber cil û bergên xwe hedef hatibû girtin û paşê nîqaşeke makezagonî hat rojevê. Gelo wekî di çarçoveya Tirkiyeya Bêteror da di mijara makezagoneke sivîl da jî fikra avakirina komîsyoneke manend heye yan na?" got ku nîqaşa der barê cil û bergên jinan da nîqaşeke kevnbûyî ye.
Kurtulmuş ev gotin:
"Hedê tu kesî nîne ku ji ber cil û bergên wê heqaretî şaredareke bi dengên gel hatiye hilbijartin bike. Bêhediyeke wiha dibe? Ma dê ji te bipirsa ka dê kîjan cilê li xwe bike. Ev gelekî şaş e. ji bo ku car din kesên paşverû yên di xew da, wekî bêdeng xuya dikin dernekevin holê li Tirkiyeyê qada azadiyên şexsî di serî da cil û berg ji bo ku bi temamî bikeve bin garantiyê verastkirineke makezagonî şert e. Ji bo vê jî wekî em di serî da dibêjin ji bo çêkirina makezagoneke nû, sivîl, demokratîk, beşdarvan, berfireh divê hemû partiyên siyasî berpirsyariya dikeve ser milê wan bi cî bînin û pêkan e xebatek bê kirin. Ev peywira Tirkiyeyê ye. Ev tenê yek ji mijaran e. Tirkiye divê bi makezagoneke ku derbekaran çêkiriye neyê birêvabirin. Tecrûbeya siyasî, tecrûbeya demokratîk a Tirkiyeyê têrî çêkirina makezagoneke nû, makezagoneke azadîxwaz, sivîl, demokrat, berifreh dike û hêvî dikim ku înşeallah heyama pêş me da Tirkiye bikeve nav xebateke wiha. Ez bang dikim ku di vê mijarê da her kes berpirsyariyên xwe hilde ser xwe."
