Polîtîka

Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş: Komîsyon dê guh bide Wezîrê Karên Navxweyî, QWezîrê Parastina Neteweyî û Misteşarê MÎTê

- "Înşeallah roja pêncşemê dê Wezîrên me yên Karên Navxweyî, Parastina Neteweyî û Serokê MÎTê dê bên û bi pêşkêşiya ku bikin va dê vebêjin ka heta îro çi qewimî, kîjan pêngav hatin avêtin"

Ekip  | 07.11.2025 - Rojanekırın : 07.11.2025
Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş: Komîsyon dê guh bide Wezîrê Karên Navxweyî, QWezîrê Parastina Neteweyî û Misteşarê MÎTê

Ankara

Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş der barê ziyareta muhtemel a Îmraliyê ya Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî da got ku "Ji bo temamkirina pêvajoyê dibe ku pêngaveke wiha bê avêtin. Lê ya ku dê vê biryarê bide komîsyona me ya li Meclisê ye."

Kurtulmuş bi birêvebirên weşana giştî yên saziyên çapemeniyê ra li Tesîsên Civakî û Koşka Behrê ya Ataturkê ya Floryayê ya Stenbolê ya TBMMyê ra civiya û der barê rojevê da daxuyanî dan û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Kurtulmuş diyar kir ku Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî peywireke dîrokî hilda ser xwe û got ku "Îro civîna xwe ya 16emîn li pey xwe hişt û fonksyineke girîng pêk anî. Ji niha pê va êdî ber bi xilasiyê va diçin."

Ji Serokê TBMMyê Kurtulmuş nirxandina der barê çûna Îmraliyê ya hin kesên di komîsyonê da hat bibîrxistin, Kurtulmuş li ser vê wiha axivî:

"Berê niha çend caran ev mijar bi awayekî hat rojeva komîsyonê. Lê di vê merhaleya hesas a pêvajoyê da der barê ka kesê ku dibêje 'ez dev ji çekan berdidim' û çendî sal e rêxistinê bi rê va dibe çi difikire da jixwe ji ser heyeta DEM Partiyê av agahî tên dayîn. Lê j bo temamkirina pêvajoyê dibe ku pêngaveke wiha bê avêtin. Lê ya ku dê vê biryarê bide komîsyona me ya li Meclisê ye.Nêrîna min a şexsî li vir girîng nîne. Hin partiyên siyasî di vê mijarê da nêrînên xwe yûn erênî anîn ziman, dibêjin. Li ber raya giştî jî dibêjin. Heke di komîsyonê da biryareke wiha bê hildan dê li gor wê tevbigerin."

- "Komîsyon dê guh bide Wezîrê Karên Navxweyî, Wezîrê Parastina Neteweyî û Misteşarê MÎTê"

Kurtulmuş diyar kir ku komîsyon dê hefteya bê dîsa bicive û guh bide wezîran û ev agahî parve kirin:

"Înşeallah roja pêncşemê dê Wezîrên me yên Karên Navxweyî, Parastina Neteweyî û Serokê MÎTê dê bên û bi pêşkêşiya ku bikin va dê vebêjin ka heta îro çi qewimî, kîjan pêngav hatin avêtin."

Kurtulmuş li ser pirsa ka komîsyon xebatên xwe dê kengî temam bike got ku "Ya ji hişê min derbas dibû ew bû ku dawiya cotmehê xilas bikin lê wisa xuya dike ku dê hinekî derengî bikeve. Heta dawiya sermawezê înşeallah dê diyar bibe."

Kurtulmuş der barê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da got ku "Piştî ku saziyên me yên der barê ewlehiya neteweyî da di serî da hêmanên Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî û Wezareta Parastina Neteweyî got ku 'Belê rêxistinê xwe fesix kiriye, li sehayê bêçekbûneke cidî heye' û ev tesbît kir dê mimkûn be ku Meclis hin verastkirinên qanûn, yên ku ji bo mijarê hewce ye, bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.