Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş: "Emê rapora Komîsyonê bi raya giştî ra parve bikin"
TBMM
Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş derbarê rapora ku Komîsyona Palpiştiya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê amade kiriye got, "Di siberojeke ne pir dûr da, ez hêvî dikim ku deqeke bihêz ku her kes li ser li hev bike û pêwîstiya tu şîroveyeke mixalefetê li ser nebe, ewê bi raya giştî ra were parvekirin."
Kurtulmuş bi boneya 10ê Çileya Paşîn Roja Rojnamevanên Xebatkar, serdana rojnamevanên parlementoyê û Komeleya Rojnamegerên Meclisê (PMD) ya li Salona Çapemeniyê ya Meclisê kir.
Serokê Meclisê Kurtulmuş, bi boneya 10ê Çileya Paşîn Roja Rojnamevanên Xebatkar pîrozbahî li rojnamevanan kir û diyar kir ku rojnamevanên parlementoyê karekî giring dikin.
Dema ku ji Kurtulmuş hat pirsîn ka rapora Palpiştiya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê kengî tê amadekirin, tekezî li wê yekê kir ku komîsyon wekî nîşaneya demokrasiyê tê hesibandin.
Kurtulmuş ji bo beşdarbûna wan a di komîsyonê da, spasiya partiyên siyasî û endamên parlamentoyê kir û bi bîr xist ku di nav komîsyonê da dengê beşên cuda yên civakê tê bihîstin.
Serokê TBMMê Kurtulmuş diyar kir ku komîsyon bi gihîştina demokratîk û beşdarbûnê xebata xwe didomîne û ketiye qonaxa xwe ya dawî.
Kurtulmuş anî ziman ku partiyên siyasî bi amadekirina raporên xwe helwestên xwe yên siyasî eşkere dikin û wiha domand:
"Hinek xal hene ku partiyên me li ser li hev kirine û hinek hene ku li ser nakok in. Ji niha û pê va, emê bi baldarî bixebitin da ku xalên lihevkirinê zêde bikin û heke mumkun be, li ser xalên ku niha nakokî li ser hene, bigihêjin lihevkirinekê, da ku rapora dawî amade bikin. Ez hêvî dikim ku ev yek pir dirêj nekişîne. Me du civîn bi nûnerên partiyên siyasî yên ku di komîsyonê de temsîl dibin ra li dar xistin. Ez dikarim bi bawerî bibêjim ku hemî hevkarên me yên ku beşdarî civînan bûne, ew bi niyeteke mezin û li bi lêgerîna lihevkirinê civînan dimeşînin. Di siberojeke ne pir dûr da, ez hêvî dikim ku deqeke bihêz ku her kes li ser li hev bike û pêwîstiya tu şîroveyeke mixalefetê li ser nebe, ewê bi raya giştî ra were parvekirin. Ji ber ku xebata komîsyonê dê bi awayê pêşniyariyê be. Ji ber vê sedemê, dê bi taybetî bê tesbîtkirin ka rêxistinê çekên xwe daniye yan na. Piştra, pêşniyarên derbarê rêziknameyên qanûnî da dê ji TBMMê ra werin pêşkêşkirin. Qonaxa bi dû da, êdî karê Parlamentoyê, Meclisa Giştî ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
