Serokê TBMMê Kurtulmuş serdana Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî kir

TBMM
Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş derbarê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da got, "Ji bo ku ev pêvajo, bi awayekî eşkere li ber çavê gelê me, bi giştî weke plankirî bigihije encamê, ji îro pê da wezîfe dikeve ser TBMMê. Ewê li TBMMê komisyonek ku tê da nûnerên hemî partiyên siyasî hebin, bê çêkirin. Pêdivê komisyon şopandin û kontrola pêvajoyê û pêşengiya wê bike."
Kurtulmuş li koma partiyê ya Parlementoyê serdana Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî kir.
Kurtulmuş piştî hevdîtina ku nêzîkî nîv saetê ajot daxuyanî da rojnamegeran û destnîşan kir ku Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî piştevan û pêşengê destpêkirina pêvajoya Tirkiyeya Bêteror e.
Kurtulmuş anî ziman ku wan derbarê kargêriya pêvajoya Tirkiyeya Bêteror danûstana fikrê kirine û got, "Bi taybet piştî daxuyaniya Îmraliyê, dûv ra ragihandina rêxistina terorê ya di warê pabendiya wê daxuyaniyê da û qebûlkirina çekdanînê, li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû destpêkir. Ji bo ku ev pêvajo, bi awayekî eşkere li ber çavê gelê me, bi giştî weke plankirî bigihije encamê, ji îro pê da wezîfe dikeve ser TBMMê. Ewê li TBMMê komisyonek ku tê da nûnerên hemî partiyên siyasî hebin, bê çêkirin. Pêdivê komisyon şopandin û kontrola pêvajoyê û pêşengiya wê bike."
Piştî axaftina Kurtulmuş rojnamegerekî pirsî, "Gelo we di warê avakirina komisyonê da nirxandin kirine?" di bersivê da Kurtulmuş got, "Helbet me nirxandin kirin. Me ji bo ka ewê Parlemento çawa bixebite nirxandin kirin. Di rojên pêşiya me da ewê safî bibe, emê encamê bi raya giştî ra parve bikin."
Di bersivên pirsên weke "Gelo dema avakirina komisyonê diyar e? Gelo wê ji bo serdema nû bimîne yaxud beriya Parlemento tatîl bibe, komisyon bê avakirin? Kurtulmuş got, "Di demeke kurt da."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.