Serokê TBMMyê Kurtulmuş, Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ziyaret kir

TBMM
Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş tevî Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler û Wekîla Serokê Koma AK Partiyê Leyla Şahin Usta li Meclisê çû ziyareta Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu.
Parlamenterê HUDA PARê yê Mêrsînê Faruk Dinç û Parlamenterê HUDA PARê yê Gazîentabê Şahzade Demir jî di hevdîtina ziyaretê da ya 45 deqîqe dewam kir, amade bûn.
Kurtulmuş piştî hevdîtinê, ji rojnamegeran ra diyar kir ku ji ber mazûvaniya wî, ew sipasiya Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu dike.
Kurtulmuş bal kişand ku di hevdîtinê da ew li ser pêvajoya Tirkiyeya Bêteror rawestiyan û wan fikrên xwe ji hevdu ra parve kirin û wiha dewam kir:
"Derfeta me çêbû em nirxandinên wan werbigirin yên li ser xebata TBMMyê di serdema bê da, rê û rêbazên van xebatan û komîsyona dê di pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da bê damezirandin. Me ji bo hilbijartina Serokatiya Meclisê ya dewreya duyem a Serdema 28em a TBMMyê daxwaza piştgiriya wan kir. Ji ber piştgiriya wan, ez gelekî sipasiya wan dikim."
Yapicioglu jî diyar kir ku di hilbijartina Serokatiya Meclisê ya dewreya duyem a Serdema 28em a TBMMyê da namzedê wan, Numan Kurtulmuş e.
Yapicioglu destnîşan kir ku Kurtulmuş ji bo daxwaza piştgiriyê hat cem wan û wiha got, "Piştgiriya me ji bo wî ye. Ji tûra ewil û pê va em ê bi dengên xwe piştgiriyê bidin wî. Ji xeynî vî, bi minasebeta ziyaretê, em li ser beşek ji meseleyên dîroka nêzîk a welêt jî axivîn. Me danûsitandina fikrî kir."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.