Serokê TBMMyê Kurtulmuş Koma AK Partiyê ziyaret kir
- Serokê Koma AK Partiyê Guler: "Di komîsyonê da 4 hezar û 200 rûpel zabitname hat girtin. Xebateke gelekî cidî derket holê. Li vir para herî mezin bi helwesta wî ya lihevhêner û erênî ya Serokê Meclisa me Birêz Numan Kurtulmuş e"
TBMM
Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş bi Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler, Cîgirê Serokê Giştî Efkan Ala û cîgirserokên komê ra hevdîtin kir.
Kurtulmuş ziyaretên xwe yên ji bo komên partiyên siyasî yên piştgiriyê didin Rapora Komîsyona Demokrasî, Biratî û Piştevaniya Neteweyî bi Koma AK Partiyê qedand.
Hevdîtina ku li meqama Serokê Koma AK Partiyê Guler a li Meclisê ji çapemeniyê ra girtî hat kirin biqasî 30 deqîqeyan dewam kir. Di hevdîtinê da Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Ala û cîgirserokên komê jî cî girtin.
Serokê TBMMyê Kurtulmul piştî hevdîtinê daxuyanî dan rojnamevanan û ji eber piştgiriya wan spasiya Koma AK Partiyê û biryardariya wî ya ku mijarê wekî polîtîkayeke dewletê dît jî spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
%2F20260225_2_73122375_122655110.jpg)
Kurtulmuş destnîşan kir ku ji ber terorê berdelên mezin dan û hêvî dikin ku bi xebata hat kirin va teror ji rojeva Tirkiyeyê bê rakirin.
Kurtulmuş da zanîn ku i çarçoveya xebatên komîsyonê da nîqaşên behredar kirin û behs kir ku mirovên xwedî fikrên ji hev cihê li ba hev rûniştin û nêrînên xwe anîn ziman.
Kurtulmuş ev gotin:
"Di rûniştina ky Dayikên Hêviyê û malbatên şehîd û xaziyên me li ba hev rûniştin da îradeya 'Me zarokên xwe definkirin, em ji niha pê va naxwazin zarokên xwe bnax bikin, dixwazin ku çekan binax bikin' ya rast hêviyek bû ku wekî mottoya guhdarîkirinê ya vê komîsyonê da derket pêşberî me. Hema bêja temamiya Tirkiyeyê der barê dawîlêanîna vî karê, car din bila tu ewladên Tirkiyeyê nekevin bin axê, nemirin, neyên kuştin da wekî hev difikire. Li vir ev polîtîkaya dewletê ya ku bi pêşîkêşî û înîsiyatîfa Birêz Serokomarê me dest pê kir bi vê komîsyona ku li Meclisa me hat avakirin va bû wek polîtîkayeke gel. Di gelek çareseriyên pevçûnan da parlamento yan gelekî dereng dikevin dewrê yan jî bi parlamentoyan ra fonksiyonên muraqebe û teqîbê yên welatên din ên ku dibêjinê "çavê sêyemîn" dikeivn dewrê. Ya rast bi avakirina vê komîsyonê va ji xeynî partiyekî bi piştgiriya hemû partiyên siyasî li Tirkiyeyê TBMMya ku tecelîgahê îradeya neteweyî ye nîşan da ku tekane xwediyê vê mijarê ye, tekane xwediyê meşrû ye."
Serokê TBMMê Kurtulmuş diyar kir ku xebatên komîsyonê bi nêrîneke demokratîk hatin kirin.
- "Tehamûla 86 milyonî ji terorê ra, ji çekan ra tu carî tune"
Kurtulmuş behs kir ku parlamenterên di komîsyonê da digel fikrên xwe yên ji hev cuda gotinên nexweş bi kar neanîn û mizakereyên ku tu nîqaş nehat kirin hatin kirin.
Kurtulmuş qal kir ku parlamenterên di komîsyonê da bi fedakarane xebitîn û ji ber piştgiriya wan spasiya Koma AK Partiyê kir.
Numan Kurtulmul axaftina xwe wiha domand:
"Ev serkeftineke demokratîk e, nîşana biryardariya Tirkiyeyê ya di vê mijarê da ye. Ji niha pê va divê mijarên ku di komîsyonê da anîn ziman bi lez, dîsa bi awayekî hevpar, di nav yekîtiya nêrînê da bê rojevê û verastkirinên der barê vê da bên kirin û emê hemû bi hev ra Tirkiyeyekî ku êdî Tirkiye der barê vê mijarê da naaxive, tenê encamên wê ji holê rakiriye, li her derê Tirkiyeyê li her goşeyê aştî, aramî, gumrahî, biratî, dostanî serdest e hemû bi hev ra ava bikin. Em dizanin ku biqasî kesên dixwazin ev kar çêbe yên naxwazin bi ser bikeve jî hene. Mimkûn bû ew bi hin provokasyonan, hin fealiyetên reşkirinê û hin teşebûsên ku vê rêyê berhewa bike bikin lê şikir ev jî çênebû. Hemû saziyên eleqedar ên dewletê di heman demê da vê pêvajoyê weziyet kirin û di nav kordînasyonê da pêvajo hat birêvabirin, dê ji niha pê va jî bê birêvabirin. Êdî li Tirkiyeyê tehamûla 86 milyonî ji terorê ra, ji çekan ra tu carî tune. Em xwedî kevneşopiya demokrasiyeke xurt in ku ji hêza gotinê bawer dike. Çi gotina kî hebe bila bibeze meydana siyasetê, bibêje. Hêza gotinê ji her cure çekê bi tesîrtir e."
Kurtulmuş destnîşan kir ku atmosfera aştî û aramiyê ya remexanê dê bibe sembola yekîît û bihevrabûna 86 milyonî, biratiya Tirk û Kurdan û got ku sifreyên ku li fitar û êaşîvan hatin danîn dê ji niha pê va jî bibe nîşaneya dostaniya mayînde.
Kurtulmuş got ku "Xebatên Komîsyona Demokrasî, Biratî û Piştevaniya Neteweyî) Xebateke dijwar bû, li paş ma lêbelê dixwazim bibêjim ku niha pêvajoyeke dijwartir li pêş me ye. Ez ji dil bawer dikim ku heke bi heman biryardarî û kordînasyonê da bixebitin em ê li vir encamê bi dest bixin û bi temamî ev mijar dê li paş bimîne."
Serokê Koma AK Partiyê Guler jî bi bîr xist ku Komîsyona Demokrasî, Biratî û Piştevaniya Neteweyî rapora xwe pêşkêş kir û got ku "Di komîsyonê da 4 hezar û 200 rûpel zabitname hat girtin. Xebateke gelekî cidî derket holê. Li vir para herî mezin bi helwesta wî ya lihevhêner û erênî ya Serokê Meclisa me Birêz Numan Kurtulmuş e. Çareserkirina belaya 50 salî, pirsgirêka terorê ya welatê me, nîşandana helwesteke erênî ê keddayîn biqîmet e. Ez spasiya komên partiyên siyasî, serokên giştî yên partiyan, cîgirserokên komên ên kordînator dikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
