Polîtîka

Serokê TBMMyê Kurtulmuş: "Her pêngavê ji bo yekîtiya Sûriyeyê tê avêtin armanca me ya Tirkiyeya Bêteror jî xurt dike"

Serokê TBMMyê Kurtulmuş got ku "Her pêngavê ji bo yekîtiya Sûriyeyê tê avêtin armanca me ya Tirkiyeya Bêteror jî xurt dike."

Oğuzhan Sarı  | 03.02.2026 - Rojanekırın : 04.02.2026
Serokê TBMMyê Kurtulmuş: "Her pêngavê ji bo yekîtiya Sûriyeyê tê avêtin armanca me ya Tirkiyeya Bêteror jî xurt dike"

TBMM

Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş got ku "Wekî ku em ji roja ewil va destnîşan dikin yekîtiya axa Sûriyeyê jênegera desthilatdariya neteweyî ye. Pergaleke beşdar, armanca temsila adil ya ku her aliyê di xwe da dihewîne û Sûriyeya demokratîk temînata herêma me ye."

Kurtulmuş di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da diyar kir ku pêngavên xurt ên ku li Sûriyeyê di pêvajoya yekbûnê da tên avêtin bi baldarî dişopînin û asta ku gihaştinê teqdîr dikin.

Kurtulmuş diyar kir ku dilsoziya tam a bo çarçoveya "Mutebeqata 10ê Adarê"ya ku di 10ê adara 2*25an da hat îmzekirin û Peymana 30yê Rêbendanê ya ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û YPGya rêxistina terorê va hat îmzekirin dê aramiyê bîne Sûriyeyê û îstiqrarê bîne herêmê û got ku "Rîayetkirina mutebeqatan tê wê meneyê ku qismeke mezin a herêmê ji xeleka agir derxînin. Heta ku teahûd bên bicîanîn dê aştiya rasteqîn bê bicîanîn."

Kurtulmuş destnîşan kir ku mutebaqata çêbû ji hêla eskerî û îdarî va entegrasyona gav bi gav hedef dike û ev yek jî ji bo aştiya herêmê firsendeke biqîmet e û ev gotin:

"Ev yekbûn kapasîteya dewletê ya Sûriyeyê zûde dike û deriyê mîmariya ewlehiyê ya nû vedike. Wekî ku em ji roja ewil va destnîşan dikin yekîtiya axa Sûriyeyê jênegera desthilatdariya neteweyî ye. Pergaleke beşdar, armanca temsila adil ya ku her aliyê di xwe da dihewîne û Sûriyeya demokratîk temînata herêma me ye. Bêyî ku ferqa Ereb, Kurt û Tirkan hebe bêyî ku tu nasname, bawerî û fikir ji hev bên veqetandin divê ji bo her hevwelatiyekî Sûriyeyê di pergala siyasî da cihekî birûmet û ewledar hebe. Parçebûn, belavbûn, pêkhateyên wekalet û dabeşiyên fiîlî ji kesî ra aramiyê nayne. Sûriyeyeke yek û gumrah Tirkiye jî di nav da ji bo hemû welatên herêmê dê temînatan derxîne holê."

- "Em car din îlan dikin em amade ne ku her cure piştgiriya dikeve ser milê me bidin"

Serokê TBMMê Kurtulmuş diyar kir ku dê bi saya yekîtiya axê, yekîtiya desthilatdariyê û yekîtiya dewletê "yekîtiya pêşerojê" jî bê bidestxistin û ev nirxandin kirin:

"Yekîtî, bihevrabûn yekane mifte ye ku dê hem li Sûriyeyê jî li herêma me jî lîstikan xira bike. Her pêngavê ji bo yekîtiya Sûriyeyê tê avêtin armanca me ya Tirkiyeya Bêteror jî xurt dike. Tirkiyeya Bêteror dû bibe wesîle ku li herdu aliyên sînor aramî zêde bibe û torên emperyal ên tarî yên hewl dide ku herêma me bikişe nav xwe hilweşe. Îradeya me ya ku em di vê îstiqametê da nîşan didin teqez dê bi ser bikeve. Yên qezenc kirin dê hemû gelên li herêmê bin, kesên bi zimanê şîdetê hewl didin ku siyasetê rehîn bigirin jî dê têk biçin."

Kurtulmuş bal kişand ku bi xilasbûna tehdîdên rêxistinên terorê va dê ji bo siyasetê bêtir cî vebe û destnîşan kir ku dê bi dawîbûna terorê va biratî jî xurt bibe.

Kurtulmuş da zanîn ku di heyameke ku nîqaşên pergala dinyaya nû zêde bûne da herêma ku Tirkiye jî lê ye dê nebe objeya reqabeta hêzê û ev gotin:

"Tirkiye dê bi gelên xwe ra bi hemû hêza xwe va li ba aştiya rasteqîn bisekine. Çavê me li axa tu kesî nîne, em destûrê nadin ku ava tu kesî jî parçe bibe. Sûriye ya Sûriyeyiyan e. Heke Sûriye hêzdar be û bi edaletê rabe ser piyan dê hemû dostên me yên li herêmê qezenc bikin. Em ê piştgiriyê bidin yekîtî û bihevrabûna li Sûriyeyê û aliyan dawetî eqla siyasî bikin. Em ê berpirsyariya xwe ya rêberiya demokratîk û hêsankeriyê bi biryardarî ji niha pê va jî bi cî bînin. Em car din îlan dikin em amade ne ku di ji nû va avakirina Sûriyeyê, xurtkirina saziyan, pêkanîna ewlehiya sînor û têkoşîna dijî terorê da her cure piştgiriya dikeve ser milê me bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.