Polîtîka

Ji bo Serokomar Erdogan pîrozbahiyên rojbûnê

Merve Yıldızalp Yormaz  | 26.02.2026 - Rojanekırın : 26.02.2026
Ji bo Serokomar Erdogan pîrozbahiyên rojbûnê

Ankara

Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz rojbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.

Yilmaz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî strana "Çendîn Salên Din jî Bibînî Reîs" ku ji bo rojbûna Serokomar Erdogan hatiye amadekirin û vîdeo klîba taybet parve kir.

Cevdet Yilmaz wiha got, "Di rêya xizmeta milet da tu her bijî reîs. Ez ji Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan ra hêviya emrekî bi sihet û bereket dikim ku tê da ji bo mezlûman bibe hêvî, seba nifşên nû bibe îlham."

 - Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Duran rojbûna Serokomar Erdogan pîroz kir

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran rojbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.

Duran di peyama li ser hesabê xwe yê NSosyalê da wiha got:

"Ez hêvî dikim ku Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdoganê ku jiyana xwe ji bo miletê xwe terxan kiriye û bi sekna xwe ya bibîryar û helwesta xwe ya têkoşîna li dijî navendên wesayetê li Tirkiyeyê di avakirina îradeya neteweyî da roleke dîrokî hildaye li ser xwe, gelek salên din ên bi tenduristî û bi xêr bijî. Serokomarê me yê ezîz ê ku bi piştgiriya xurt a miletê me û dilsoziya wan di nav dilan da cihekî taybet girtiye, bi vîzyon, îradeya xurt, nêrîna reformîst û pêşengiya xwe ya gerdûnî va di her warî da welatê me ber bi siberojên xurttir va dibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.