Polîtîka

Serokê Ragihandinê Altun der barê êrîşa esmanî ya ku Amerîkayê bir ser Îranê da daxuyanî da

Alper Şaşmaz  | 22.06.2025 - Rojanekırın : 22.06.2025
Serokê Ragihandinê Altun der barê êrîşa esmanî ya ku Amerîkayê bir ser Îranê da daxuyanî da

Ankara

Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun got, "Bi êrîşa esmanî ya li dijî Îranê ra Amerîka rabû pişta êrîşkariya Îsraîlê û ev yek li Rojhilata Navîn ne ji bo aştî û îstiqrarê, ji bo vekirina rêya kaos û tevliheviyê gaveke nû ye."

Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê êrîşa esmanî ya ku Amerîkayê bir ser tesîsên nukleerê yên Îranê da daxuyanî da.

Altun got, "Bi êrîşa esmanî ya li dijî Îranê ra Amerîka rabû pişta êrîşkariya Îsraîlê û ev yek li Rojhilata Navîn ne ji bo aştî û îstiqrarê, ji bo vekirina rêya kaos û tevliheviyê gaveke nû ye." û wiha dewam kir:

"Ji dêvla ku Amerîka pêşiya polîtîkayên şer ên komkujiyê yên Îsraîlê bigire û rêvebiriya Netanyahu ya ji kontrolê derketiye û nayê zebtkirin, dizgîn bike; rabû peyê şebekeya Netanyahu ket û ev jî ji bo gihîştina aştiya dinyayê armanceke dûrtir e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.