Polîtîka

Serokê Ragihandina Serokomariyê Duran ji ber muqayesekirina Serokomar Erdogan û Netanyahu bertek nîşan da

Alper Şaşmaz  | 22.09.2025 - Rojanekırın : 22.09.2025
Serokê Ragihandina Serokomariyê Duran ji ber muqayesekirina Serokomar Erdogan û Netanyahu bertek nîşan da

Ankara

Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran got: "Birêz Serokomarê me li hemberî trajediya mirovî ya ku li Xezeyê diqewime, bûye dengê herî xurt ê wîcdana navneteweyî û li her derê doza Filistînê bi biryardarî parastiye. Nivîsa li jêr a bandê ya kanalê li hemberî meqama herî bilind a dewletê bêrêzî ye û di heman demê da li dijî rastiyê jî hewldana avakirina fikrên nerast e."

Duran li ser hesabê xwe NSosyalê der barê weşana kanaleke televizyonê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu muqayese kir da berteka xwe nîşan da.

Duran daxuyand ku Serokomar Erdogan parêzvanê nirxên mirovî ye û nivîsa kanala televîzyonê ya ku behsa wê tê kirin jî wekî "Li hemberî meqamê Serokomariyê û siyaseta derva ya Tirkiyeyê heqareteke eşkere" bi nav kir.

Burhanettîn Duran di peyama xwe da wiha got: "Birêz Serokomarê me li hemberî trajediya mirovî ya ku li Xezeyê diqewime, bûye dengê herî xurt ê wîcdana navneteweyî û li her derê doza Filistînê bi biryardarî parastiye. Nivîsa li jêr a bandê ya kanalê li hemberî meqama herî bilind a dewletê bêrêzî ye û di heman demê da li dijî rastiyê jî hewldana avakirina fikrên nerast e. Ji bilî vê, ev rewş cidî ye û nikare wisa bi awayekî neberpirsiyariya şexsî were paşguhkirin,. Hewldanên wiha yên nebaş wê tu carî nikaribe li ser serokatiya Birêz Serokomarê me yê ku di wîcdana gerdûnî da xwedî bi navûdeng e û helwesta bibiryar a welatê me bibe sîyek."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.