Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya li Almanyayê tê lidarxistin bû
Ankara
Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) ya 62yemîn a ku li Almanyayê tê lidarxistin bû.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan Kalinê ku beşdarî MSCyê bû bi muxatabên xwe yên biyanî ra di mijarên herêmê û dualî, Îran, Xeze, Sûriye, Bakurê Afrîkayê, dîplomasiya îstixbaratê, têkoşîna dijî terorê, koça dereqanûnî, ewlehiya sîber da hevdîtin kirin.
- Konferansa Ewlehiyê ya Munihê ya 62yemîn
Konferansa Ewlehiyê ya Munihê ya 62yemîn a ku yek ji platformên sereke yên dinyayên yên di qada parastin û polîtîkaya derva da ye di roja duyemîn da li Munihê dewam dike.
Serok û rayedarên payebilind ên beşdarî konferansê bûn beşdarî rûniştinan dibin.
Konferansa ku geşedanên ewlehiyê û kurewî tên guftûgokirin dê sibê bi dawî bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
