Polîtîka

Serokê MÎTê Îbrahim Kalin ji bo danûstanên Xezeyê, li Qeterê ye

Büşranur Keskinkılıç  | 30.09.2025 - Rojanekırın : 01.10.2025
Serokê MÎTê Îbrahim Kalin ji bo danûstanên Xezeyê, li Qeterê ye

Ankara

 Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahim Kalin ji bo danûstanên, pêşhatên derbarê plana Xezeyê ya Serokê DYAyê Donald Trump, li Qeterê ye.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat sitandin, Kalin ji bo hevdîtinên derbarê plana Xezeyê ya Trump a ji bo danûstanên di navbera Hemas û Îsraîlê da ku bi navgîniya Qeter, DYA û Misrê berdewam in, ewê bi aliyan ra hevdîtinan bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Qeterê Mecîd Ensarî di civîna çapemeniyê ya ku li Dohaya paytext li dar xist da, destnîşan kiribû ku ewê Tirkiyeyê jî beşdarî danûstanên derbarê agirbesta li Xezeyê û plana berfireh a ku ji hêla Trump ve hat, bibe û gotibû, "Hewldanên Qeter, Misir û Tirkiyeyê ji bo bidawîanîna şer, wê bi awayekî kolektîf û hevrêzî, bên kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.